Li Idlibê di êrişên Rûsyayê de 10 kes mirin, 30 jî birîndar bûn

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li nêzî bajarê Idlibê di êrîşên Îsraîlê de 10 kes hatin kuştin, 30 kes jî birîndar bûn.

SOHR ku navenda xwe li Îngilistanê ye got, "Di êrîşên hewayî yên Rûsyayê de ku li bejahiya Idlibê kir, yek jê zarok 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan." SOHR'ê ragihand ku 30 kes jî birîndar bûn ku 14 ji wan zarok in.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rûsyayê êriş biriye ser gelek febrîqe û kargehên li derdora bajarê Idlibê. Artêşa Rûsyayê ti daxuyanî neda.

Beriya niha li Idlibê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de agirbestek hatibû ragihandin. Lê belê alî hemû agirbestê bi rêk û pêk binpê dikin.

Nêzî nîvê wîlayeta Idlibê di bin kontrola Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) de ye, ku nêzî Enqereyê ye.