Li Hesekê pêşangeha wêne û pirtûkên Abdullah Ocalan

Li Kampa Waşûkanî ya li Hesekê, pêşangeheke wêne û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin.

PÊNGAVA AZADIYÊ

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, li Kampa Waşûkanî ya koçberên Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê pêşangeheke wêne û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin.

Di pêşangeha de ku dê 2 rojan vekirî be, 50 wêne û 150 pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin pêşandan. Her wiha tabloyên bi gotinên Abdullah Ocalan jî hatin pêşandan.

Tevî koçberên li kampê, bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajar di pêşangehê de amade bûn.

Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Kampa Waşûkanî Mihemed El Elo anî ziman ku pêşangeh di çarçoveya çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatiye organîzekirin û got: "Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan şoreşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihaştiye asta pêkvejiyana pêkhateyan."

Piştî axaftinan beşdar li hola pêşangehê geriyan.