Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin 419 kes hatin revandin

Hate ragihandin ku ji serê salê ve li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de 419 kes hatine revandin.

‘Navenda Hiqûqî ya Belgekirina Binpêkirinan′ raporek derbarê revandina komî ya çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê pêk tînin, eşkere kir.

Li gorî navendê, çeteyên qaşo ′Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê’ û çeteyên girêdayî wê, sûcên xwe li dijî welatiyan didomînin û bangên sekinandina kiryarên serdegirtinên rojane, girtina welatiyan û revandina wan bi armanca dayîna fîdyeyan û astengkirina pêzanîna cihê girtinê û sedemên wê ji aliyê malbatan ve, paşguh dikin.

Navendê eşkera kir ku ew bi malbat û xizmên girtiyan re têkildar in û tevahî kesên li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê tên girtin, ji hêla artêşa Tirk û çeteyên wê ve pêk tên û ti muzakereyeke dozgeriyê bi kar naynin.

Navendê destnîşan kir ku di 2023′yan de li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, 419 kes hatine revandin.

Di dawiyê de navendê bi bîr xist ku “derxistina tevliheviyê û komkirina bi dehan komên terorîst”, siyaseta dewleta Tirk e.