Li herêma Cizîrê bi hezaran kes daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin
Li bajarê Hesekê ya Herêma Cizîrê bi hezaran şênî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.
Li bajarê Hesekê ya Herêma Cizîrê bi hezaran şênî li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin.
Meşa ku ji aliyê Hêzên Parastina Civakî (HPC) ve hate birêxistinkirin, ji Çarxerêya Arîn Mîrkan a li taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê destpê kir û heta sûka navendî dewam kir.
Beşdaran alên HPC, YPG/YPJ`ê û pankertên bi nivîsên “Na ji tundiya li dijî jinan re” , “Jin, Jiyan, Azadî” û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin. Her wiha dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Rêbertî” , “Na ji dagirkeriyê re” û “Na ji tundiyê re” berz kirin.
Li sûka navendî, piştî rêzgirtinê, Endama Rêveberiya Hêzên Parastina Civakî Asya Cûma dest bi axaftinê kir. Cûma got: “Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û rêya ku nîşanî jinan daye, jinan xwe di hemû qadên jiyanê de bi rêve bir û xwe îsbat kir.”
Cûma, anî ziman ku divê hemû jin heta bidawîkirina dagirkeriyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe bidin û xwedî li xeta ku Abdullah Ocalan nîşan daye derkevin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rêbertî” û “Bijî berxwedana gelan” bi dawî bû.