Li Girê Spî 6 kesên ku polîtîkayên Tirkkirinê red kirin hatin binçavkirin
Hat ragihandin ku 6 karmendên ku li dijî polîtîkaya Tirkirinê ya dewleta Tirk û çeteyên wê derketine, hatine binçavkirin.
Hat ragihandin ku 6 karmendên ku li dijî polîtîkaya Tirkirinê ya dewleta Tirk û çeteyên wê derketine, hatine binçavkirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, li kantona Girê Spî ya di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye, 6 karmendên ku li dijî binavkirina navendên giştî wek dibistan, kolan û parkan bi navên Tirkî derketine hatine binçavkirin.
Hate ragihandin ku çeteyên ku bi navê “Meclisa Xwecihî ya Girê Spî” ya dewleta Tirk li herêma dagirkirî ava kiriye tevdigerin, karmendan ji kar derxistine û binçav kirine.
Tenê navên 3 ji wan karmendan hate zanîn û wiha ne; Enes El Dexîl, Mihemed Riwêşid û Mensûr El Dendel.
Di meha Cotmehê de jî 5 mamosteyên ku perwerdeya bi zimanê Tirkî red kiribûn, ji aliyê heman çeteyan ve hatibûn girtin.