Li Fîlîpînê erdheja bi 6,7 pileyî
Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk ên DYE'yê (USGS) ragihand ku roja Înê li başûrê Fîlîpînê bi mezinahiya 6,7 pileyî erd hejiya. Erdhej nebû sedema ragihandina hişyariya tsûnamiyê.
Enstîtuya Lêkolînên Jeolojîk ên DYE'yê (USGS) ragihand ku roja Înê li başûrê Fîlîpînê bi mezinahiya 6,7 pileyî erd hejiya. Erdhej nebû sedema ragihandina hişyariya tsûnamiyê.
Di daxuyaniya USGS de hate gotin, erdhej li peravên eyaleta Sarangani ya li girava Mindanaoyê saet di 08:14'an bi 78 kîlometreyî li binê erdê qewimî.
Têkildarî encamên erdhejê agahî bi dest neket, lê belê piraniya vê girava çiyayî bi erdhejê hesiya. Rayedaran ragihandin ku dibe erdhejê xisar li herêmê kiribe.
Fîlîpîn li ser 'Çembera Agir' a Pasîfîk e ku liv û tevgera sîsmîk û volkanîk lê zêde ye, lewma rojane erdhej lê rû dide.