Li Dêrazorê 2 kes hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê 2 kesên têkiliya xwe bi hêzên hikumeta Şamê re hebûn ên ku hewl didan tevlîheviyê bikin, bi çekên wan girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li Dêrazorê li hemberî komeke ku dixwest tevlîheviyê bike operasyone kiriye û di encamê de 2 kes girtine.

Hate ragihandin ku çekên kesên hatine girtin jî hatine desteserkirin.