Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam dikin

Çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de, li gelek bajarên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Li dijî her cure tundî û dagirkeriyê, Jin, jiyan, azadî" çalakî û çalakî hatin lidarxistin.

QAMIŞLO

Di wê çarçoveyê de Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navê `Berxwedana Jin` li hola Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo pêşangeha wêneyan vekir. Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên rêxistin û tevgerên jinan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û şêniyên Qamişloyê serdana pêşangehê dikin.

Di pêşangehê de 45 tabloyên ku bi destên 30 jinên şêwekar hatine xêzkirin, hatine pêşandan. Rastiya jinan, pirsgirêkên ku di nava civakê de pê re rû bi rû tên, rola jinan di qadên (leşkerî, siyasî û civakî) de mijarê tabloyan bûn. Yek ji jinên ku beşdarî pêşangehê bûne, Nişmiya Şemsedîn ji ajansa me re axivî û ji bo vekirina pêşangehê kêfxweşiya xwe anî ziman. Nişmiya diyar kir ku pêşangeh balê dikişnîe ser berxwedana jinan û got: “Tablo pêşangtiya jinan nîşan didin. Hinek tablo behsa jiyana gelek jinan beriya şoreşê dikin, hinek jî balê dikişînin ser hêz û pêşengtiya jinan di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de.”

Cîhan Mûsa jî destnîşan kir ku vekirina pêşangehan, bi taybet ên jinan li herêmê asta behreyên jinan bilindtir dike.

Pêşangeh dê 18`ê Mijdar li navçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Qamişlo, 20`ê Mijdarê li bajarê Hesekê jî bê vekirin. Pêşangeh di dîrokên 28,29 û 31`ê Cotmehê û 4`ê Mijdarê de li Reqa, Tebqa, Minbicê û Kobanê hatibû vekirin.

 MINBIC

Di vê çarçoveyê de Meclisa Kombûna Jinan a Minbicê semînerek hişyarî û zanabûnê li hola Meclisa Qanûnsaz a Minbicê bi beşdariya endamên saziyên sivîl da.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir semîner bi rê ve bir û behsa şêweyên tundiya li dijî jinan, sedemên dihêlin ev tundî pêk werin û encamên wê yên karesatê li ser jin û civakê kir. Îbtîsam diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sûcên wê li herêmên dagirkirî rûyê tundiya li dijî gelên herêmê ye.

Îbtîsam got fikrên Rêber Abdullah Ocalan rêya xelasiyê ji zihniyeta civakê kontrol dike û wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan nirxandinên kûrî pêşkêş kirin û wan rê li pêş şoreşeke civakî, jin , îdeolojî vekir. Rêbertî got divê mêr bingehên klasîk û paşvemayî derbas bike bikin.

" Li aliyekî din jî Seroka Nivîsgeha Giliyan a Mala Jin Beyan Mistefa bîlançoya salekî ya sûcên tundî û qetilkirina jinan li Minbicê aşkera kir. Beyan got 28 jin hatin kuştin, 23 bûyerên kuştinê, 45 hewldanên xwekuştinê, 37 kuştin, 35 lêdan û îşkence, 43 rewşên şewatê û 34 rewşên zewaca temenbiçûk hene.

Dûre li ser dîroka tundiya li ser jinan, sedem, encam û çareserî sînevîzyonek hate pêşkêşkirin.

DÊRAZOR

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê li hola Meclisa Sivîl a Herêma 7 Kîlo ya Dêrazorê panelek bi beşdariya nûnerên rêxistinên jin, saziyên sivîl û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li dar xist.

Endama rêvebera Meclisa Jinan a Zenûbiya Leyla El Ebdullah şêweyên tundiya li dijî jinan, bandorên wê axivî û çareseriyên li dijî wan pêşkêş kirin. Dûre beşdaran nîqaş kir û got divê tundiya li dijî jinan were têkbirin, ew jî bi rêya têkbirina zihniyeta tundiyê tehrîd dike û yên tundiyê pêk tînin werin cezakirin.

KOBANÊ

Bi boneya roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinên Cîhanê 25'ê Mijdarê Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya li navçeya Şêranê a girêdayî kantona Kobanê semînerek da.

Semîner li avahiya partiyê bi beşdariya bi dehan endam û rêveberên saziyên navçeyê hat dayîn. Di semînerê de endama Koordînasyona Kongra Star a Şêranê Nadiya Hiso axaftin kir. Nadiya bal kişand ser cureyên tundiya li djiî jinan û diyar kir ku bêdengiya jinan li hember tundiya li dijî wan tê kirin jî şêwazekî tundiyê ye. Semîner bi dirûşmeyên mîna ”Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.