Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê penaber û kamp

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel yên 15 kampan û li bajaran dijîn 1,5 milyon koçber û penaber ji malên xwe dûr dijîn.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi qasî milyonek û nîvê penaber û koçber hene. Li herêmê paneber herî pir li Kantona Hesekê ne. Hemû hewcehiyên penaberan, ewlehiya wan ji hêla Komîteya Karê Civakî ya Rêveberiya Xweser ve tê bicihanîn.

Li herêmê li gel ku 100 saziyên alîkariyê yên navnetewî hene jî alîkariya bi koçberan re pir kêm e. Li herêmê herî zêde alîkarî li Kampa Holê tê kirin ku bi hezaran DAÎŞ'î lê dimînin. Alîkariya li Efrîniyan ku ji ber êîşên dagirker mecbûr man ku koç bikin, ya li koçberên Serêkaniyê û Grê Spî kêm e.

Ji ber êrîşên dagirker ên Tirk ên sala 2018'an ên li ser Efrînê ji 400 hezarî zêdetir Efrînî mecbûr man ku şûnwarê xwe berdin û li herêmên derdorên belav bûn. Êrîşên li ser Şehba û Efrînê hê jî didome. Gelê Efrînê ku bi sedan caran êrîş hatiye ser ti caran serê xwe netewand û li benda wê rojê ye ku vegerê ser bajarê xwe.

Dewleta Tirk 9'ê Cotmeha 2019'an tevgereke dî ya dagirker anî ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê. Ji ber sedema êrîşan ji herêmên Serêkaniyê, Girê Spî, Til Temir û Zirganê bi qasî 500 hezar sivîlî malên xwe berdan û koç kirin. Piraniya koçberan li 80 dibistanên Herêma Hesekê bi cih bûn. Rêveberiya Xweser di nav demeke kurt de 3 kamp ava kir û koçber li van deran bi cih kirin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel kampên biçûk 15 kampên mezin ên penaberan hene, li van kamapan bi qasî 1 milyonî penaber hene.

KAMPA HOLÊ

Li Kampa Holê ku 45 km li rojhilatê Hesekê ye, ji hêla Komîseriya Payebilind a Penaberan a Neteweyêk Yekbûyî (UNHCR) ve sala 1991'an hatiye avakirin. Kamp cara pêşî ji bo penaberên Iraqî hate avakirin ku ji ber Şerê Kendavê reviyabûn, sala 2003'an piştî ku DYE'yê dest di Iraqê werda ji ber koçberên ku hatin dîsa hate bikaranîn.

Bi destpêka krîza Sûriyê re çeteyên DAÎŞ'ê hatin kampa holê, weke navendekê bi kar anîn. Kamp sala 2015'an ji hêla QSD'ê ve hate azadkirin, ji wê demê û wir ve di ber kontrola Rêveberiya Xweser de ye.

Ji ber ku malbatên çeteyên DAÎŞ'ê lê dimînin weke kampa herî taloke ya li herêmê tê zanîn. Kampa Holê ji navçeya Holê meztir e û 60 hezar kes lê dimînin.  Li kampê 8 hezar û 519 DAÎŞ'î lê dimînin, 30 hezar û 738 Iraqî (8 hezar û 256 malbat) lê dimînin. Her wiha ji herêmên cuda yên Sûriyê 21 hezar û 324 (5 hezar û 684 malbat) lê dimînin.

KAMPA ROJÊ

Kampa Roj li bajarê Dêrikê 24'ê Hezîrana 2015'an ji bo malbatên DAÎŞ'iyan hate avakirin. Li kampê piranî ji welatên Ewropî, Iraqî û Sûriyeyî jî di nav de 2681 DAÎŞ'î dimînin.

KAMPA WAŞOKANÎ

Kampa li Hesekê ji hêla Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ve ji bo gelê Serêkaniyê hate avakirin ku ji ber dagirkeriya Tirk a Cotmeha 2019'an derketibûn. Li kampê koçberên ji Serêkaniyê, Til Temir û Zirganî dijîn.

Kamp ji 3 beşan pêk tê û 14 hezar û 714 kes (2373 malbat) lê dimînin.

KAMPA SERÊKANIYÊ

Kampa Serêkaniyê ya li rojhilatê Serêkaniyê ji hêla Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ve ji bo gelê Serêkaniyê hate avakirin ku Tebaxa 2020'an ji ber êrîşên dagirker ên Tirk li Hesekê li dibistanan hatibûn bicihkirin.

Li kampê 11 hezar û 135 kes (2160) malbat dijîn.

KAMPA NEWROZÊ

Kampa Newrozê li Dêrikê ji bo Şengaliyan hate avakirin ku sala 2014'an ji komkujiya DAÎŞ'ê reviyabûn. Piştî ku Şengalî vegeriyan ser xaka xwe li Kampê mirovên ji Serêkaniyê û Girê Spî ku ji dagirkeriya Tirk reviyabûn, hatin bicihkirin.

Li kampê 1616 (258 malbat) dimînin.

KAMPA ÊRÎŞA

Li Kampa Êrîşa ku kampeke kevn e di serî de yên ji Dêrazorê, kesên ku ji herêmên rejîma Sûriyê reviyan hatine bicihkirin.

Li kampê 14 hezar û 073 (2815) malbat dimînin.

KAMPÊN LI REQA, TEBQA Û MINBICÊ

Li Reqa, Tebqa û Minbicê 5 kamp hene. Ji bilî van kampan bi dehan kampên biçûktir jî hene.

KAMPA GIRÊ SPÎ (KAMPA TIL SEMIN

Kampa li Reqa ji bo şêniyên Girê Spî û gundên wê hate avakirin ku Mijdara 20192an ji ber êrîşên dagirker ên Tirk reviyan.

Li kampê 3 hezar û 754 kes (735 malbat) dimînin.

KAMPA EL MEHMÛDÎ

Kamp li Tebqayê ye. Ji bo kesên ku ji Heleb, Hama, Humus û Dêrazorê reviyan, hate avakirin.

8 hezar û 501 kes li kampê dimînin.

KAMPA BERÊ YA ROJHILATÊ MINBICÊ

Li kampê ya ku li Minbicê dimîne kesên ku ji rojhilatê Helbetê ji herêmê di bin kontrola rejîmê de reviyane, dimînin.

Li kampê 1875 kes (384 malbat) dimînin.

KAMPA NÛ YA ROJHILATÊ MINBICÊ

Li kampa Minbicê kesên ku ji Heleb û derdora wê hatine, bi cih bûne.

3337 kes (606) malbat lê dimînin.

KAMPÊN LI ŞEHBA Û EFRÎNÊ

Piştî ku sala 2018'an dewleat Tirk EFrîn dagir kir 400 hezar Efrînî malÊn xwe berdan û koç ikrin. Li 5 kampê li Şehba û navçeya Efrînê Şêrewa (Efrîn, Weger, Serdem, Berxwedan û Şehba) piranî Efrînî dimînin, ku ji ber êrîşên Tirk reviyabûn.

KAMPÊN KU HATIN GIRTIN

Kampa Eyn Îsa

Kamp, Nîsana 2016'an li rojavayê bakur ê Eynî Îsa ji bo Reqayiyan hate avakirin. Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê yên li herêma Baxozê jî ji hêla QSD'ê ve Tîrmeha 2018'an li vir hatin bicihkirin, hijmara kesên ku li kampê diman bû 9 hyezar.

Dewleta Tirk 9'ê Cotmeha 2019'an piştî ku êrîşa dagirker anî ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk li girtîgeha Eyn Îsayê da ku çeteyên DAÎŞ'ê lê bûn û her wiha li Kampa Eyn Îsa jî da ku piranî malbatên DAÎŞ'iyan lê bûn, ji vir 750 çete û malbatÊn wan reviyabûn Tirkiyê. Li vir dîsa bi çek bûn û êrîş anîn ser bajarên Bakur-Rojhilatê Sûriyê.

Kampa Cedîdet El Humir

Kamp 26 km li başûrê Minbicêbû, ji ber kesên ku ji şerê Idlibê yê 1'ê Nîsana 2020'an reviyabûn hate avakirin. Li kampê 25 malbat diman, piştî k vegeriyan 10'ê Tîrmeha 2020'an kamp hate girtin.