Komeleya Efrînê: Ji bo felaketeke mirovî rû nede, ambargoya li ser Şehbayê rakin
Komeleya Efrînê ya Civakî ambargoya hikumeta Şamê ya li ser Kantona Şehbayê şermezar kir.
Komeleya Efrînê ya Civakî ambargoya hikumeta Şamê ya li ser Kantona Şehbayê şermezar kir.
Hikumeta Şamê bi rêya ambargoyê nahêle pêwîstiyên jiyanî (şîrê zarokan, sotemenî, derman, xurek û hwd.) derbasî herêmê bêne kirin.
Komeleya Efrînê ya Civakî ya herêma Cizîrê ambargoya hikumeta Şamê ya li ser xelkê Şehbayê şermezar kir.
Koçberên Efrînî û endamên komeleyê tevlî çalakiyê bû ku li ber avahiya Komeleya Efrînê ya li Qamişloyê hate lidarxistin.
Endama komeleyê Zerîban Hisên daxuyanî da û diyar kir ku tumena 4'emîn a hikumeta Şamê nahêle derman, ard, sotemenî û pêwîstiyên din ên bingehîn derbasî herêmê bêne kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşên dewleta Tirk jî dewam dikin û ji ber pirsgirêka sotemeniyê elektrîka li Şehbayê êdî bi temamî qut bûye.
Komeleyê xwest, ku ji bo felaketeke mirovî rû nede, ambargo tavilê bê bidawîkirin.