Kampeke din ji bo Efrîniyan tê çêkirin

Ji bo Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji cih û warê xwe bûn û neçar man koçî Şehbayê bikin, kampeke din tê çêkirin.

Şaredariya Gel a Şehbayê û Rêveberiya Xweser a Efrînê li gundê Til Sosin ê Şehbayê kampeke nû ava dikin. Navê "Serdem"ê li kampê hate kirin.

Beriya ku kon bên vedan, cih û binesaziya kampê hate amadekirin.

Piştî ku çêkirina kampê qediya wê şêniyên Efrînê lê bêne bicihkirin.

Ji rayedarên kampê Hisên Henan bang li saziyên pêwendîdar kir ku ji bo pêdiviya gelên Efrînê destekê bidin.

Beriya niha li Şehbayê "Kampa Berxwedanê" ava bûbû. Li vê kampa ku li navçeya Fafinê ye 3 hezar Efrînî dimînin.

Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku 20'ê Çileyê dest pê kirin, bi sed hezaran Efrînî ji neçarî koçber bûn. Zêdeyî 175 hezar ji wan xwe li Kantona Şehbayê û gundên Şerawayê girtin.