Jinên Efrînî yên li Şehbayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Jinên ji Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrişên qirker ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê şermezar kirin.

Jinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê yên li herêma Efrînê şermezar kirin. Di dema daxuyaniyê de bi dehan jin amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê Zelox Reşîd ve hate xwendin.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hatin dayîn. Bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê Zelox Reşîd ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi derbasbûna zêdeyî du salan a dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê, binpêkirin, sûcên weke kuştin, êşkencekirin, revandin, dizî, talankirina xêr û berên Efrînê, koçberkirina bi darê zorê, qirkirina çandî û guhartine demografîk hatine kirin. Bi vê yekê rêjeya kurdan li Efrînê niha ji %18 derbas nabe. Jin a herî zêde ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve tê armanckirin, bi tecawiz, revandin, zewicandina bi darê zorê, rû bi rû tên hiştin. Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya mafên mirovan 61 bûyerên tecawizkirinê û 3 bûyerên xwekujiyê hatine belgekirin.

Di 28'ê Gulana 2020'an de di zindanên çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker de jinên kurd û ereb tazî hatin dîtin. Lê cîhan li dijî van kiryarên dijmirovî her bêdeng e. Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asta pêşengtiyê di şoreşê de guhertin û demokrasî bi dest xistiye. Her wiha Efrîn yek ji nimûneyên demokrasiyê bû ku nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikir, cihekî xwe taybet di tevahî waran de girt.

Li ser navê jinên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê em van kiryarên gunehkar ên di derheqê jinên li herêmên ku bi kontrolkirina dewleta tirk a dagirker de şermezar dikin. Her wiha em bêdengiya navneteweyî li beranberî tiştên ku li Efrînê diqewimin ji binpêkirin û sûcên şer şermezar dikin. Em ji desteya Netewên Yekbûyî û Rêxistinên Navneteweyî yên mafên mirovan daxwaz dikin ku bi  erkên ku dikevin ser milê wan rabin û li hemberî van sûcên ku ji aliyê komên çete û di nava wan de koma Elhemzat yê ku ji aliyê dewleta tirk tê destekkirin, bisekinin û lêpirsîneke navneteweyî dest pê bikin û zextê li dewleta tirk bikin da ku destdirêjiyên dijmirovî li ser şêniyên Efrînê bi giştî û li ser jinên êşkence li wan tê kirin rawestînin."

Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.