Ji Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê peyama 15'ê Sibatê
Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê komploya navneteweyî şermezar kir û berxwedana dîrokî ya li Îmraliyê silav kir.
Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê komploya navneteweyî şermezar kir û berxwedana dîrokî ya li Îmraliyê silav kir.
Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di sala 27'an de wezîfeya bingehîn a li dijî komployê têkbirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ye.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Di serî de hevalên me M. Halît Oral, Selamet Menteş, Aynur Artan, Serpîl Polat, Mîrza Sevîmlî, Alî Aydin, Yavuz Guzel, Mehmet Gul û Bulent Bayram ku li dijî komploya navneteweyî bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe kirin giloka ji agir û bi fedayiyane li ber xwe dan, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin û soza zindîkirina bîranînên wan dubare dikin.
Rêberê me di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî birin girava Îmraliyê. Bi hêzên herêmî û navneteweyî û netewperest, xayîn û hevkaran re ev komplo pêk hat ku ev komplo li navenda modernîteya kapîtalîst dihate plankirin. 26 sal li ser komployê re derbas bûn. Di nava vî wextê 26 salan de, bi sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê re di şexsê Rêbertiya me de hate xwestin ku îradeya gelê Kurd û hemû pêkhateyên modernîteya demokratîk teslîm bê girtin. Ev şerê bêrehm ku weke şerê cîhanê yê 3’yemîn hate pênasekirin û giraniya wê li Rojhilata Navîn bû, starta komploya 15’ê Sibatê da. Hêzên komploger di armanc û tundiya xwe ya bêrehm de, tiştek winda nekirine.
Rojhilata Navîn; di xefika zihniyeta netew-dewletê de tê girtin û di nava pirsgirêkan de, bêçareserî tê hiştin. Nakokî û pevçûnên ku çavkaniya xwe ji netew dewletê digirin, bê navber dibe sedemê kaos û nakokiyan. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn û sîstema netew dewletê wê ji her demê zêdetir, Rojhilata Navîn rû bi rûyê xwîn û komkujiyan bihêle. Di pevçûnên Fîlîstîn û Îsraîl de, bi deh hezaran kes hatin qetilkirin. Îro li Sûriyeyê bi hilweşîna rejîma Baas re HTŞ’ê dest danî ser rêveberiyê û li ser wê re hîn jî pêşeroja Sûriyeyê ne diyar e. Şerê li herêmê qewimî, yekser bi hebûna sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê re eleqeder e. Rêya rizgarbûna Rojhilata Navîn û cîhanê ya ji vê kaosê, avakirina sîstema jiyana alternatîf a Rêbertiya me û têkoşîna şerê gel ê şoreşgerî ya li dijî modernîteya kapîtalîst e.
Di nava 26 salan de, li dijî vê komploya xayîn berxwedana Rêbertî, gerîlayên me, hevalên me yên li zindanan û pêkhateyên modernîteya demokratîk bêhempa ye. Di nava van 26 salan de, berdêlên pir mezin hatin dayîn. Berxwedan û têkoşîneke mezin hatiye dayîn. Bi saya vê têkoşîna mezin, hêzên komploger ên navneteweyî û hêzên hevkar negihiştin armanca xwe.
Di sala 27’an a komployê de, bi temamî tunekirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê wezîfeya me ya sereke ye û di 26 salên derbas bûyî de têkoşîna hatî meşandin gelek destkeftî bi gelê me û dostên me daye qezenckirin. Destkeftiya herî mezin jî ew e ku hêza çareseriyê ya paradîgmaya nû ya Rêbertî ne tenê ji aliyê me û dostên me ve hate qebûlkirin, di heman demê hêzên di vê komployê de cih girtine jî neçar mane vê çareseriyê qebûl bikin.
Rêbertiya me hewl dide ji pêvajoyê û şûn ve di serî de li Kurdistanê ji bo pirsgirêka Kurd di perspektîfa Netewa Demokratîk de çareseriyekê pêş bixe û ji bo Rojhilata Navîn û hemû gelan modelekê biafirîne. Ev pêvajoya ku Rêbertiya me daye destpêkirin, divê rast were fêmkirin û tevlîbûneke rast jî jê re çêbibe. Lewma Rêbertiya me dibêje, ‘vê carê teqez divê em bi ser bikevin’. Pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ya li ser bingehê azadiya Rêbertî hatî meşandin û bi pêşengiya dostan weke pêngaveke gerdûnî hatî destpêkirin, bi armanca şikandina tecrîda girankirî û mîsogerkirina azadiyê tê meşandin. Ji bo pêngava Rêbertî rast were meşandin û tecrîd were şikandin, divê di asta herî jor de têkoşîneke topyekûn were meşandin. Divê em vê pêngavê bigihînin serketinê. Êdî divê heta salek din jî tehemûlî vê sîstema tecrîdê neyê kirin.
Bi vê îdîa û baweriyê, em ê li her derê vê pêngavê hîn zêdetir pêş bixin, girseyî bikin û bi rengekî xurt ji bo protestokirina salvegera komployê û ji bo tunekirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê, hîn bi xurttir têbikoşin.
Em komploya navneteweyî ya li hemberî Rêbertiya me hatî kirin, car din lanet dikin û berxwedana dîrokî ya Rêber Apo silav dikin."