Ji bo xurtkirina ewlehiya Dêrazorê QSD û rûspiyên eşîra Igêdatê li hev rûniştin

Li dijî hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên li herêma Dêrazorê û xurtkirina aramiya herêmê, rayedarên QSD'ê bi rûspiyên eşîra Igêdat û nûnerên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê re rûniştin.

Li hemberî hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêma Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo xurtkirina aramiya herêmê, rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi rûspiyên eşîra Igêdatê û nûnerên Koalîsyona Navneteweyî re civiyan.

Hate ragihandin ku şêx û rûspiyên eşîran diyar kirin ku eşîrên herêmê bi projeya Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne û di nava QSD'ê de ne.

Hate gotin beşdaran dane zanîn ku kesên li derveyî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îdia dikin ku nûnertiya qebîleyan dikin, dixwazin fitneyan navbera pêkhateyên ji sedên salan ve bi hev re dijîn, derxin.

Li gorî agahiyan, şêx û rûspiyên eşîran diyar kirin ku QSD′ê nûnertiya tevahî pêkhateyên herêmê dikin. Her wiha ji Koalîsyona Navneteweyî xwestin desteka ji bo QSD′ê zêde bike ku li hemberî komên ser bi hikumeta Şamê û mîlîsên Îranê ve yên hewl didin tevliheviyê derxin, disekine.