Ji bo şehîdên Kobanê konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo şehîd Mehmûd Kobanê û Milîtan Kobanê konê sersaxiyê hate vedan.
Ji bo şehîd Mehmûd Kobanê û Milîtan Kobanê konê sersaxiyê hate vedan.
Şervanê Yekîneya Antî -Teror (YAT) Mehmûd Kobanê (Mehmûd El Oso) û Milîtan Kobanê (Hecî Xelîl) di 23'yê Mijdarê de li Hesekê dema ku erka xwe pêk dianîn şehîd bûbûn.
Konê sersaxiyê yê şehîd Mehmûd Kobanê û Milîtan Kobanê li goristana şehîd Dicle a başûrê bajarê Kobanê hat vedan.
Malbatên şehîdan û xelkê Kobanê û gundên wê berê xwe da bin konên taziyeyê û sersaxî dan malbatên her du şehîdan.
Di merasîmê de hevserokê Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî Silêman Silêman axivî û got: ”Ciwan bûn lê baweriya wan mezin bû. Canê xwe di oxira azadiya gelê xwe de fedar kir. Em ê heta dawî şopdarê rêç wan bin."
Dûre serokê Partiya Suriya Pêşerojê Ferhan Hec îsa axivî û got: ”Em şehîdên Kurd û Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Em sesaxiyê ji hemû şehîdên azadiyê re dixwazin. Em soz didin şehîdan ku heta dawiyê şopdarê rêya wan bin û armancên wan pêk bînin."
Endamê rêvebera Hêzên Parastina Civakî (HPC) Osman Remedan jî axivî û wiha got: ”Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û em ê şopdarê soza şehîdên xwebin. Şehîdên me di dilên me de ne."
Di dawiyê de şêniyan diruşmên ′şehîd namirin′ berz kirin.