'Ji bo min serbilindî ye ku xwendekara wêjeya Kurdî me'
Şagirtên beşa Ziman û Wêjeya Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê gotin, "Em ê xwedî li zimanê xwe derkevin" û diyar kirin ku li gel polîtîkayên asîmîlasyonê jî wêjeya Kurdî hatiye parastin.
Şagirtên beşa Ziman û Wêjeya Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê gotin, "Em ê xwedî li zimanê xwe derkevin" û diyar kirin ku li gel polîtîkayên asîmîlasyonê jî wêjeya Kurdî hatiye parastin.
Di 12’ê Mijdarê de li bajarê Kobanê 2’emîn Festîvala Wêjeyî destpê kir. Gelek wêjevan ji deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di festîvalê de amade bûn. Şagirtên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî yên beşdarî festîvalê bûn ji ANF’ê re axivîn.
Necah Îbrahîm got, "Em xwendekar, hezkirî û xemxurên zimanê Kurdî tevlî Festîvala Wêjeyî a Kobanê dibin, ji bo em bikaribin ku ji wêjevan û rewşenbîran sûd û tecrûbeyan werbigrin. Em jî dixwazin hîna zêdetir xwedî li wêjeya xwe ya Kurdî derkevin û hîna zêdetir bi pêş bixin."
Necah Îbrahîm anî ziman ku ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên li Kurdistanê wêjeya Kurdî heta niha zêde bi pêş neket û got, "Di dîroka dûr û dirêj de ku her gelê Kurd rastî qirkirin û asîmîlasyonê hatiye, dijminê Kurdan jî her xwestiye wêjeya Kurdî tune bike. Li Rojavayê Kurdistanê jî ji ber wê tunebûnê jî gelek wêjeya Kurdî lawaz ma. Lê piştî şoreşa Rojava jî zimanê Kurdî di nûbûyînekê re derbas bû. Piştî pêşketinê jî gelek cûre ji wêjeya Kurdî derkete holê."
Necah Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got, "Wêjeya Kurdî ji bo min hezkirineke nayê pênasekirin. Ew ji bo min gaveke ku ez bikaribim tê de xwe bi pêş bixim û civaka xwe jî pê re pêş bixim."
Şivîn Hecî jî derbarê wêjeyê got; "Ziman û wêjeya Kurdî di gelek zehmetiyan re derbas bûye ku gihîşt roja me ya îro" û wiha dewam kir: "Vaye pirtûk, festîval û xwendekar bi zimanê Kurdî diaxivin û tên kirin. Ev jî ji bo me cihê serfiraziyê ye. Wêjeya Kurdî bû xewna min ku ez tê de cih bigrim. Dema ku ji min re dibêjin şagirta beşa ziman û wêjeya Kurdî ji bo min serbilindiyeke."
Nivyana Mislim jî diyar kir ku di dema dawî de êdî wêjeya Kurdî gavên pîroz diavêje û got; "Em weke xwendekarên beşa wêjeya Kurdî êdî hêdî hêdî ber bi pêşketinê ve gavê diavêjin. Vaye êdî asta wêjeya me di nava gel de bi pêş ketiye."
Nivyana Mislim di dawiyê de anî ziman ku di dîrokê de bi sedan sal Ehmedê Xanî, Celedat, Cigerxwîn û gelek ji wan parastina neteweya Kurd û wêjeya wê kiriye û got, "Ew bûn pireke pêşketinê. Lê em her kesê wêjehez em ê xwedî li zimanê xwe derkevin. Ew têkoşîn ku di dîrokê de pêk dihatî em ê li ser wê doze xwedî li wêjeya xwe derkevin."