Ji bo azadiya Abdullah Ocalan pifdank firandin

Hunermend û xwendekaran bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qamişlo çalakiyek li dar xistin.

Li seranserî cîhanê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd dewam dikin.

Endamên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê û endamên Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlanê û 400 xwendekar li parka Rimêlanê  kom bûn û bi çalakiyekê piştgirî dan pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî".

Di çalakiyê de wêneyeke mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 99 parçeyan pêk tê hat rakirin û pifdankên li ser "Azadî ji bo Rêber Apo" nivîsî hatin firandin.

Endamê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê Simko Cûdî axivî û got: "Em bi rêya vê çalakiyê piştgiriya xwe ji pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd re, radigihînin."