Ji bo 2 şervanên QSD'ê yên şehîd bûn li Kobanê konê sersaxiyê hate danîn
Di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de yên 15 û 16'ê Mijdarê 2 şervanên QSD'ê şehîd bûn. Ji bo herdu şehîdên QSD'ê li Kobanê konê sersaxiyê hate danîn.
Di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de yên 15 û 16'ê Mijdarê 2 şervanên QSD'ê şehîd bûn. Ji bo herdu şehîdên QSD'ê li Kobanê konê sersaxiyê hate danîn.
Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ciwan Efrîn (Hesen Hemkro) 15′ê Mijdarê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li başûrê Kobanê de, şervanê QSD`ê Koçer (Ednan Osman) jî 16′ê Mijdarê dema li ser erka xwe ya leşkerî bû li navçeya Eyn Îsayê şehîd bibû.
Konê sersaxiyê yê şehîd Ciwan Efrîn li taxa Xebatkaran a bajarê Kobanê hat vedan, konê sersaxiyê yê şehîd Koçer jî li gundê Til Êcibê yê li rojhilatê bajêr hat danîn.
Malbatên şehîdan û xelkê Kobanê û gundên wê berê xwe da bin konên taziyeyê û sersaxî dan malbatên her du şehîdan.
Piştî rêzgirtinê, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê herêma Firatê Salih Nûh di merasîma şehîd Koçer de axivî. Nûh bi van gotinan bal kişand ser fedakariyên şehîdan: “Em bejna xwe li hember şehîdan ditewînin. Em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin. Şehîdan, ji bo vî gelî bighînin heqîqeta wê têkoşîn û berxwedan kirin da ku jiyaneke azad ji bo vî gelî biafirînin. Tiştê herî pîroz ew xwîna wan bû, ew jî di oxira azadiyê de kirin xelat.”
Nûh soz da ku ew ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û dê tola wan ji dijmin hilînin.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Yasîn jî beşdarî merasîma şehîd Ciwan Efrîn bû û ev axaftin kir: “Em sesaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û bejna xwe li hember şehîdên azadiyê ditewînin. Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Dewleta Tirk bi êrişan, dixwaze îradeya me têk bibe, lê bila dijmin baş bizane em ê her tim têkoşîn bikim û xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin.”
Merasîm bi dirûşmeyên mîna “ Şehîd Namire” bi dawî bûn.