'Heta ku dagirkeriya Tirk bidome, pirsgirêk çareser nabe'

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd ku beriya demeke kurt ava bû, bal kişand ser kiryarên li dijî mirovahiyê yên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û destnîşan kir, heta ku li Sûriyeyê dagirkeriya Tirk bidome ti pirsgirêk çareser nabe.

Partiyên Yekitiya Niştmanî ya Kurd bi daxuyaniyekê bang li rêxistinên parastina mafên jinan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî eşkere bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê hîn jî li dijî gelên Kurdên li Sûriyê planên xwe dimeşîne, nexasim li herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Tirkiye bi armanca guhartina demografiya dîrokî ya van herêman qetilkirin, talankirin û îşkencekirina sivîlan pêk tîne û navên dever saziyan dikin tirkî.

Di heman demê de em kiryarên hovane şermezar dikin û ji raya giştî ya Kurd, nîştimanî û cîhanî re piştrast dikin ku heta artêşa Tirk li ser xaka me be wê aloziya Sûriyê çareser nebe. Di heman demê de erd û namûsa me ye, ne cihê bazaran e, lewma em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku artêşa Tirk ji xaka me derxin, zilma li ser tevahiya gelan rakin û bang li rêxistinên parastina mafên jinan dikin ku divê bi erka xwe rabin û binpêkirinên li dijî jinan li pêşberî dadgehên navneteweyî eşkere bikin.

Li ser esasê berpirsyariya neteweyî û dîrokî ya ku wekî hêzeke siyasî û di vê qonaxa hesas de dikeve ser milê me û gelên me jî bi armanca pêkanîna armancên xwe tê dikoşin, em dubare dibêjin divê yekitiya neteweyî ava bibe, ji ber baştirîn karê em pê xizmeta gelê xwe bikin; yekitî ye û ev jî dibe garantiya pêşeroja me."