Gundên Girê Spî li dijî çeteyan rabûn

Gundiyên gundên Girê Spî ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye li dijî çeteyan rabûn ser xwe û alozî derket.

Li gorî agahiyên hatin girtin, di saetên 06:00’ê sibê de li girtîgehekî di bin kontrola îstixbarata koma çete ya bi navê Cephe Şamiye ya girêdayî dewleta Tirk de ya li navenda Girê Spî ye reviyane.

Li ser vê komê li gundê Bedîh dest bi operasyonê kir. Di dema operasyonê de di nava gundî û çeteyan de nakokî derket.

Gundî li dijî operasyonê derketin û diyarkirin ku zarokên wan hatine girtin nerazîbûn nîşan dan.

Piştre gundî li dijî dagirkeran rabûn û dest bi çalakiyê kirin. Agahiyên zêdetir nehatin girtin.