Endamê PYD'ê Elî Sobaşi li Dêrikê hate veşartin

Cenazeyê endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Elî Sobaşi li navçeya Dêrikê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Endamê PYD'ê Elî Sobaşi (Îdrîs Serhad) di 27'ê Cotmehê de li bajarê Hesekê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin şehîd bû.

Xelkê navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê ji bo şehîd merasîmek li dar xist. Di merasîmê de xelkê Dêrikê û gundewarên wê, endamên sazî, meclisên sivîl û nûnerên eşîran, endamên Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdar bûn.

Piştî welatiyan cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Gel a Dêrikê wergirt, bi karwaneke girseyî ya erebeyan berê xwe da Goritana Şehîd Xebat Dêrik.
Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Sûad Mistefa sersaxî da malbata şehîd û bal kişand ser fedakariyên şehîd û kesayetên nîştimanî û wiha got: "Şehîd bi exlaq, mîras, nirx û fedakariyên xwe di oxira gelan de hate naskirin."
Li aliyekê din jî endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Emîn axivî û bang li welatiyan kir ku heta pêkanîna serkeftinê li ser şopa şehîdan bin.


Li ser têkoşîna şehîd Elî Sobaşî endamê PYD′ê Mihemed Ebdurehîm axivî û wiha got: "Di oxira azadiya gelan de şehîd tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû û piştî êrişên li ser Rojava ji bo tev li berxwedana gel bû." Ebdurehîm di dawiyê de soz da ku ew ê heta pêkanîna armancên şehîd ên azadî û demokrasiyê li ser şopa wî bin.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.