‘Eger dorpêça li ser Şehbayê neyê rakirin, wê xeteriyên mezin derkevin holê’

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd diyar kir ku eger dorpêça li ser herêmê dewam bike wê pêdiviyên gel ên jiyanî yên bingehîn jî qut bibin û got ku Rêveberiya Xweser wê her tim bi gelê herêmê re be.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd derbarê dorpêça hikûmeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê ji ANF'ê re axivî.

Cemal Reşîd qala rewşa herêma Şehbayê ya berî koçberiya gelê Efrînê kir û wiha got: “Herêma Şehba herêmeke ku berê rastî şer û talankirineke giran hatibû. Gelek hêzan di van herêman de li dijî hev şer kirine û şerê herî dawî jî di navber çeteyên dewleta Tirk û şervanên YPG-YPJ’ê de bû; di vî şerî de Şehba hate rizgarkirin. Di encama wan şeran de hemû binesaziyên herêmê bi tev dar û berên herêmê hatibûn xerakirin. Ji bo wê bingeheke saxlem ji bo jiyankirinê li Şehba tune bû. Lewma ji despêka koçberbûna gelê Efrîn ên di kampan de û gelê li navçeyan li ber xwe dide û heta niha zehmetiyeke mezin heye.”

REWŞA JIYANA GEL

Cemal Reşid diyar kir ku ji despêka koçberiya gelê Efrînê û heta niha dorpêçek ji aliyê hêzên Hikumeta Şamê ve li ser herêmê heye û wiha pêde çû: “Hemû pêdiviyên ku gel pê jiyana xwe derbas dike, li herêmê nayên peydakirin. Weke havînê di kampan de germahî zêde ye û zivistanê ji ber baran û sermayê zehmetî tê kişandin. Ji ber ti rêyên din nînin ku pêwîstiyên gelê herêmê tê re derbas bikin, ji bo wê dema ev rê jî tê girtin encamên bi rengî derdikevin holê. Yek ji pêdiviyên gel ên bingehîn di vê herêmê de sotemenî ye. Lê sotemenî jî dibe amûreke şerê taybet. Bi taybet di van demên dawî de sotemenî bi temamî li ser herêmê hatiye qutkirin û gelê ku ev bû pênc sal li kamp û herêmên Şehbayê li ber xwe dide, ji bo wan zehmetiyeke mezin e.”

REWŞA TENDURISTIYÊ

Reşîd bal kişand ser bandora dorpêçê ya li ser rewşa tenduristiyê li Şehbayê û got: “Li herêma Şehbayê du nexweşxane hene. Lê ji ber dorpêçê nexweşxane di rewşên giran re derbas dibin. Ji ber nebûna sotemeniyê elektrîka nexweşxaneyan kêm dibe û hin beşên nexweşxaneyê li ser elektrîkê kar dikin. Her wiha di aliyeke din de bi hatina demsala zivistanê nexweşiyên sing û şewbên zivistanê bi taybet li ser zarokan zêde dibe. Lê dîsa jî nebûna sotemeniyê dibe astengiyeke mezin ku her kes nikare xwe bighîne nexweşxaneyê. Ji bo wê dema ku elektrîk nemîne û rewş bi vî rengî dewam bike, wê xeteriyeke mezin hebe. Di aliyê derman de jî derman li herêmê kêm dibe, li herêmê bi taybet kesên temen mezin dermanê wan ên dem dirêj hene. Lewma hem di aliyê wan de û hem nexweşxane jî di aliyê derman de zehmetiyeke mezin dikişîne.”

REWŞA PERWERDÊ Û DIBISTANA LI ŞEHBA

Reşîd anî ziman ku dorpêçê bandoreke mezin li ser dibistanan jî kiriye û ev tişt got: “Ji ber dorpêça li ser herêmê, gelek zarok û mamoste ji navçeyan derbasî navçeyan da ku perwerdeyê bidomînin. Lê ji ber qutkirina sotemeniyê mamoste û zarokên li navçeyan nikarin werin dibistanên xwe. Her wiha di aliyeke din de di hundirê refan de ji ber demsala zivistanê divê sotemenî ji bo zarokan hebe. Lê ew jî ji ber dorpêçê hatiye qutkirin.”

BANDORA DORPÊÇÊ LI SER ŞEREDARIYA LI ŞEHBAYÊ

Cemal Reşîd diyar kir ku ji ber dorpêçê piranî xebatên şeredariyê li herêmê hatine sekinadin û got: “Ji ber dorpêçê xebatên xizmetguzariyê heta astekê hatine sekinandin. Bi teybet di nav kamp û navçeyan de eger karê paqijiyê bi rojane berdewam neke, wê rê li ber xeterî û nexweşiyên cur be cur veke. Di aliyê firin û avê de jî sotemeniya ku ji aliyê rêveberiyê ve ji bo van beşan hatibûn dabeşkirin, ber bi dawîbûnê diçe. Eger ev dorpêç dewam bike wê yek ji pêwîstiyên gel ên bingehîn ên jiyanê, nan û av jî werin qutkirin. Her wiha ev nêzî hefteyeke elektrîk li ser gel hatiye qutkirin. Eger di demeke nêz de ev dorpêç neyê rakirin wê karesatên mezin bi xwe re bîne. Dema ku dorpêç li ser herêmê tê ferzkirin, fiyetên tişta jî buha dibe. Di aliyeke din de di sûkê de pêdiviyên gel jî êdî nema tên dîtin û eger tê dîtin jî fiyetên wan gelek buha dibin.”

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser li herêma Şehbayê wê her tim bi gelê xwe re be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em jî weke rêveberiyên vê herêmê, her tim li kêlêleka gelê xwe ne. Ji bo wê me rewşeke seferberî li herêmê ragihand da ku pêdiviyên gel bên dabînkirin. Di rewşeke wiha giran de rêxistinên li vir ên weke Heyva Sor a Sûrî û UNICIF û gelek rêxistinên din li hember vê dorpêçê bê deng in û naxwazin dengê gel ji vir bigihije derve. Eger bûyereke bi vî rengî li cihek din biqewime, wê ragihandina cîhanê behs bike. Lê tiştên ku li Şehbayê diqewimin di ragihandinên derve de nayê behskirin û çavê xwe li ber digirin. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser bi hemû aliyên peywendîdar re di nava têkîliyan de ye. Eger di demeke nêz de ev dorpêç neyê rakirin, wê xeteriyên mezin li herêmê derkevin holê.”