Dewleta Tirk êrîşî Tirbespiyê, Kobanê û Şehbayê dike

Dewleta Tirk a dagirker ku 5 roj in bêyî navber êrîş dike, êrîşên xwe yên li dijî Kobanê û Tirbespiyê zêde kirine.

Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk berdewam in. Dewleta Tirk, gundên Til Seyir, Çolbeg, Goran, Kultep, Çarxilî, Qeremox û Zormixar dan ber bombeyan.  

Li Tirbespiyê ku li rojhilatê Herêma Xweser e jî qadên ku gelek gundên Suryanan lê ne hatin bombekirin. Gundên tên bombebarankirin ev in: Mehrkan, Xwêlte, Girkê Şamo.

BI TOPAN LI QADÊN PETROLÊ TÊ XISTIN

Dewleta Tirk û çeteyên wê, bi topan êrîşê qada petrolê ya li gundê Mele Ebas ê Tirbespiyê xist. Leşkerên Tirk ên li ser girekê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê bicihkirî bi guleyan êrîşê herêmê kir. 

Bi hewanan êrîşê herêma navbera Zorava û Şilhûmiye ya Tirbespiyê tê kirin. Dagirkeran, gundê Um Hoş ê Şehbayê û derdora bendava Şehbayê jî dan ber bombeyan.