Li Mêrsînê ji bo girtiyên nexweş bang kirin: Şewitandina înfazan rawestînin
Rêxistinên civaka sivîl bi dirûşma “Şewitandina înfazan rawestînin" daxuyanî dan û daxwaza berdana girtiyên nexweş û rakirina tecrîda li Îmraliyê kirin.
Rêxistinên civaka sivîl bi dirûşma “Şewitandina înfazan rawestînin" daxuyanî dan û daxwaza berdana girtiyên nexweş û rakirina tecrîda li Îmraliyê kirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), TUHAY-DER, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mersînê ji bo balê bikşîni ser rewşa girtiyên nexweş li ber avahiya DEM Partiyê ya Akdenîzê ya Mêrsînê daxuyaniya hevpar dan.
Di daxuyaniyê de pankarta "Ji girtiyên nexweş re azadî, dawî li şewitandina înfazan bînin" hat hilgirtin û dirûşmeyên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Bijî berxwedana zindanaa" hatin berzkirin.
'DAWÎ LI SEPANÊN KEYFÎ BÎNIN'
Parêzer Lokman Şaman li ser navê saziyan daxuyanî xwend. Şaman diyar kir ku gelek girtiyên ku cezayên wan qediyane, ji ber sepanên keyfî yên rêveberiyên girtîgehan û Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê nayên berdan.
Şaman ev tişt anî ziman: "Polîtîkayên bêpîvan û keyfî dibin sedem ku dewlet hêza xwe ya cezakirinê bı awayeki bê sînor bi kar bîne. Ev rewş bi awayekî eşkere desteserkirina maf û azadiyên bingehîn e. Divê pêkanînên keyfî yên Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê demildest bi dawî bibin."
TALOQKIRINA CEZAYAN RAWESTÎNIN
Şaman bi bîr xist ku Saziya Tipa Edlî (ATK) saziyeke bêalî nîne û derengmayîna burokrasiyê jiyana girtiyan dixe xetereyê û. wiha domand: "Girtiyên nexweş ên giran divê demildest werin berdan. Biryarên taloqkirina cezayan divê ji hêla desteyên tenduristiyê yên serbixwe û zanistî ve werin girtin. Divê dawî li pratîka ku Saziya Tiba Edlî wekî desthilatdariya yekane tê dîtin, were anîn."
'DIVÊ POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ BI DAWÎ BIBIN’
Şaman li ser tecrîda Îmraliyê jî rawestiya û destnîşlan kir ku ku ji bo pêşketina pêvajoyên çareseriya aştiyane, divê şert û mercên tecrîdê û rewşa Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo vekirina rêya çareseriya aştiyane ya Tirkiyeyê, misogerkirina jiyana hevpar û jinûve avakirina serweriya hiqûqê divê li hemû saziyên dewletê pêvajoyek reformê ya ku rêzê li mafên mirovan digire, were destpêkirin. Em bang li civakê dikin ku li hember van binpêkirinên mafan mirovan bi hestyarî tevbigerin û piştgiriyê bidin têkoşîna demokratîk."