Dayîka Şehîd Şîlan: Keça min serhildêr bû

"Dema ku Şîlan şehîd bû, min dest û lingên xwe hîs nekir. Min di wê şevê de Şîlan di xew de dît. Dema ku şehîd dibe min hîs kir. Şîlanê bi hezaran mirov hişyar kir. Vaye bi hezaran kes jî navê Şîlan hildane û bûne mînaka jin a azad."

Bi wesîleya salvegera 19’emîn salvegera şehadeta Şehîd Şîlan Kobanê Dayîka wê Fatma Silêman têkildarî bîranînên zarokatiya Şehîd Şîlan û berxwedaniya wê ji ANF’ê re axivî.

Dayîka Fatma diyar kir ku şehîd Şîlan ji biçûkahiya xwe ve li hemberî fikrê eşîrtî rabû got: "Şîlan 6 salî bû, dema dest bi dibistanê kir. Bavê şehîd Şîlan her rojê ew di danê sibehê de dibir dibistanê û dianî, li gel wî jî motorsiklêt hebû û pê kar dikir. Me êdî koçî bajarê Helebê kir. Di bajarê Helebê de bêyî ku bavê xwe pê bizanibe berê xwe dida dibistanê û xwendina xwe berdewam dikir. Bavê Şîlan jî ji ber zihniyeta eşîrtî digot nabe ku keç biçe dibstanê, dibistan tenê ya xortan e."

Fatma Silêman anî ziman ku di destpêka hatina tevgera Apoyî ya li Helebê de, yekem mala ku berê xwe dayînê mala wan bû û wiha domand: "Di sala 1982’an de roja Pêncşemê, yekem car partiya me berê xwe da mala me. Piştî demekê me ji hevalan re malek girt ji bo ku bikaribin karê xwe berdewam bikin. Piştî ku Şîlan fêrî Kurdî bû, jêre gotin ku divê tu jî hevalên xwe û xwişk û birayê xwe fêrî Kurdî bikî. Çar pênc salan wiha zarok fêrî zimanê Kurdî dikirin. Di dibistanê de jî ew di refa xwe ya 6’an de bû. Lê di dibistanê de, di çenteya wê de tîpên Kurdî li ser pelên sernivîsa wê tê dîtin. Xwendekaran çawa ku ew pel dîtin ji mamosteyan re birin û bêyî ku agahî bidin me, telefona rejîmê kirin. Di wê demê de rejîmê Şîlan girt û anî malê. Bavê Şehîd Şîlan jî got, heval derbas bin, lê rejîmê ji bavê wê re got, em ne heval in em rejîma Baas in. Radyoya me ya dengê Kurdistan heye, ji bo ku rejîm wê radyoyê nebîne, min ew radyo rakir û kir bin isfincê.”

Fatma Silêman ragihand ku bi qasî pênc rojan Şîlan hatibû dîlgirtin û got: “Jiyan ku xwişka Şehîd Hayrî Dûrmûş e, ji Şîlan re got em biçin Akademiya Mahsûm Korkmaz. Şîlanê jî berê xwe da akademiyê û tê de cih girt. Di wê demê de ez tevlî nava şahiya Damezrandina PKK’ê bûm. Di şahiyê de keça min a 11 mehî jiyana xwe ji dest da. Piştre ji bo ku şahî xerab nebe, min ew bir li odeyeke din danî. Min ji hevalê Hemze re got ku keça min wefat kir. Di roja din de her kes kom bûn û sersaxî dan min. Rêber Apo jî hat û destê xwe da min û sersaxî da min."

Dayîka Fatma diyar kir ku rejîma Sûriyê her tim li pey Şîlan digeriya û got: “Şîlan li ser sînorê Sûriyê Lubnan hat dîlgirtin. Rejîma Sûriyê jêre got, tu weke çûkekê bi xwe ketî qefesê. Piştî demekê Şîlan ji zîndanê derket. Di biçûkaniya xwe de Şîlan her tim li pey heqîqetê bû. Di sala 1991’an de Şîlanê berê xwe da çiyayên azad. Di wê demê de ji min re got, em ê biçin sûkê hin pêdiviyên xwe yên şexsî bikirin û ez ê berê xwe bidim çiyayên azad."

Dayîka Şehîd Şîlan Kobanê Fatma Silêman axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ku Şîlan şehîd bû, min dest û lingên xwe hîs nekir. Min di wê şevê de Şîlan di xew de dît. Dema ku şehîd dibe min hîs kir. Şîlan bi hezaran li pey xwe hişyar kir. vaye bi hezran jî navê Şîlan hildan û bûn mînaka jina azad. Hêviya me ew e ku êdî em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibînin.”