Dagirkeran li Efrînê welatiyê astengdar qetil kir

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Hisên Şêxo yê ji gundê Mosaka yê girêdayî navçeya Reco ya Efrînê ku ji mejî astengdar e, revandin. Çeteyên ku Şêxo revandin piştre qetil kir.

Artêşa Tirk û çeteyê wê kiryarên xwe yên revandina mirovan, êşkence, qetilkirin, xespkirin û talankirinê ya li Efrînê bê navber didomîne.

Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku artêşa Tirk bi çeteyên xwe ve duh şev welatiyê bi navê Hisên Şêxo (52) salî ku ji mejiyê xwe astengdar e revandine û piştre bi êşkenceyê qetil kirine li nêzî Geliyê tîra qetilkirine.

Heman çavkaniyê anî ziman ku li ser cenazeyê Şêxo yê ji aliyê gundiyan ve hatiye dîtin şopên êşkenceyê hatine dîtin, li gundê Mosaka veşartine.