Çeteyên girêdayî artêşa Tirk Ebdo yê Efrînî bi hovane qetil kir

Cenazeyê Hemdî Ebdo yê 70 salî ku çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker rojên borî revandibû, li gundê Berad ê navçeya Şêrewa ya Efrînê îro hate dîtin.

Çeteyên Ketîbeya El Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 7’ê Tîrmehê li gundê Berad ê Şêrewa Emdî Ebdo yê 70 salî revandibû, hevjîna wî Sûltan Xelîl Nasîro jî qetilkiribûn. Sûltan Xelîl ji aliyê serçete Ebû Elî Heyanî ve bi êşkenceyê hatibû qetilkirin. Hemdî Ebdo yê ku bi rojan hatibû revandin û ti agahî jê nehatibû girtin, îro cenazeyê wî li başûrê gundê Beradê li zeviyekê hate dîtin.

Çavkaniyê ji herêmê diyar kirin ku dema cenaze dîtine, destek û lingek ê Ebdo hatibû jêkirin, bi awayekî hovane hatibû êşkencekirin û hatibû recimandin.

Heman çavkaniyan anî ziman ku dema Ebdo revandin 7 milyon lîreyên Sûrî, zêr û lawirên wî jî hatibûn dizîn.

Çavkaniyan anî ziman ku hê jî cenazeyê Ebdo li nava zeviyê ye, çete rê nadin ku welatî nêzî cenaze bibin.