BI DÎMEN

Civak bi ruhê yekîtiyê xwedî li 'pêngava azadiyê' derket

Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Apo re Silêman Îsa Ehmed anî ziman ku civaka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi ruhekî mezin xwedî li pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' derketiye û got, "Pêngav wê hîn bi xurtî dewam bike."

PÊNGAVA AZADIYÊ

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 10'ê Cotmeha 2023'an de bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' di asta navneteweyî de pêngavek hate destpêkirin. Sazî û rêxistinên li Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ragihandin ku ew tevlî vê pêngavê û têkoşînê dibin û di nava salekê de gelek çalakî lidar xistin.

Endamê 'Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Apo re' Silêman Îsa Ehmed çalakiyên salekê yên di çarçoveya pêngava azadiyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin ji ANF'ê re vegot.

Îsa Ehmed destpêkê bal kişand ser girîngiya pêngavê û got, "Pêngava azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re salek li pey xwe hişt. Di nava vê demê de di çarçoveya pêngavê de li cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin, pêngav li qadeke berfireh belav bû. Vê rewşê girîngî û pêwîstiya bi azadiya Rêber Apo careke din nîşan da. Di nava beşdarên pêngavê de gelek kesayetên zane û berpirsyar ên civakê yên mîna parlamenter, rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û zanyar hebûn.

'PÊWÎSTIYA MIROVAN BI FIKIR Û FELSEFEYA RÊBERTÎ HEYE'

Pêngava ku ji bo Rêbertî li 74 welatan destpê kir, di asteke bilind de xwedîderketin lê çêbû, mezin bû û her roj bi çalakiyan hîn mezin bû. Vê yekê nîşanî me da ku ne tenê li Kurdistanê li tevahiya cîhanê jiyaneke bêyî rêbertî nabe. Niha li her derê mirov daxwaza azadiya Rêbertî dike. Di dema destpêkê ya pêngavê de li welatên weke Bangladeşê jî jinan wêneyên Rêbertî hildan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî kirin. Jinên li vê derê dîtin ku ji bo azadiya xwe û welatê xwe pêwîstî bi azadiya Rêber Apo heye. Eleqeya ji bo pêngava azadî ji Rêbertî re nîşan da ku pêwîstiya mirovahiyê di kîjan astê de bi fikir û felsefeya Rêbertî heye."

Îsa Ehmed mezinbûna pêngavê û xwedîderketina wê bi vî rengî nirxand, "Rêber Apo di parêznameyên xwe de pirsgirêkên aborî, siyaset, ekolojî, azadiya jinê, edaleta civakî bi berfirehî dinirxîne û çareseriyên mayinde pêşkêş dike. Yên ku tevlî vê pêngavê bûn mirovên gelek mijaran de şareza ne. Ew kes in ku Rêbertî xwendine, fêhm kirine û baweriya xwe bi fikir û felsefeya wî anîne. Ji xwe ji ber vê yekê tevlî pêngavê bûne.

Ji ber vê yekê li gelek deverên cîhanê di asteke bilind de xwedîderketin li pêngavê dibe. Çalakiyên hatin lidarxistin, meş bi beşdariya girseyî pêk hatin. Li Elmanyayê bi sed hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan. Gelek meş, mîtîng, konferans û kongre hatin lidarxistin. Her wiha komên xwendina parêznameyên Rêbertî hatin avakirin. Mirov ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dengê xwe bilind dikin. Dema ku vê dikin nîşan didin ku ew vê yekê ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya cîhanê û mirovahiyê dixwazin. Ji ber ku pêwîstiya tevahiya cîhanê û mirovahiyê bi Rêber Apo heye. Ji xwe ev pêngav ji ber vê yekê her roj hîn mezin bû."

'HER KES DI FIKRÊ AZADIYA RÊBERTÎ DE GIHÎŞTIN HEV'

Îsa Ehmed ragihand ku ew jî ji 14'ê Cotmehê û pê ve bi rengekî çalak tevlî pêngavê bûn û got, "Em jî weke Înîsiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Rêbertî, Înîsiyatîfa Gel û parêzer di 14'ê Cotmehê de bi rengekî çalak tevlî pêngavê bûn. Li gorî derfet û hêza xwe em tevlî pêngavê bûn, ji ber ku Rêber Apo ji bo me jiyan bi xwe ye. Rêber Apo ew kes e ku wateya jiyanê, eşqa azadiyê da me. Eger em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tênekoşin hingî em ê rastiya xwe ya azadiyê û hebûna xwe winda bikin. Gelê me ji ber ku haya xwe ji vê heye, bi hemû hêza xwe tevlî vê pêngavê bû."

Îsa Ehmed diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêngavê de timî li qadan e û got, "Her kes xwedî fikir û îradeyeke cuda ye; lê belê her kes di fikrê azadiya Rêbertî de gihîştin hev. Dema ku me dest bi kampanya îmzeyan kir, armanceke me hebû, lê belê hejmara îmzeyên li her derê hatin komkirin ji armanca me jî zêdetir bûn. Ji bajarên Sûriyeyê Suweyda, Şam, Salamiyah, Tartûs, Lazqiye, Hama û Hûmsê jî îmze hatin komkirin û şandin. Bang êdî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêdetir li tevahiya herêmê belav bû. Bi taybetî piştî şer, tevlîheviya li Sûriyeyê û destpêkirina şoreşê pêwîstiya bi azadiya fîzîkî ji aliyê her kesî ve hîn bêhtir hate dîtin. Hate dîtin ku sîstema li herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin pirsgirêkên civakî çawa çareser dike."

Îsa Ehmed têkildarî çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin ev agahî da:

"Di çarçoveya pêngavê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek konferansên girîng hatin lidarxistin. Li bajarê Reqayê konferansa hiqûq û tenduristiyê hate kirin. Bi sedan kesên tevlî konferansê bûn bi plan û bernameya nû re diyar kirin ku wê têkoşînê mezin bikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji CPT, saziyên mafên mirovan, rêxistinên hiqûqê û gelek hikumetan re name hatin şandin. 'Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Apo re' serdana partiyên siyasî kir û di van serdanan de gelek partiyan ragihandin ku di çarçoveya pêngavê de ew amade ne têbikoşin. Jinan jî di vê demê de têkoşîneke girîng kirin; rêxistinên jinan ên li herêmê bi dirûşma 'Nasnameya jin a azad bi Rêber Apo re dibe' daketin qadan. Her wiha bi nûnerên eşîrên Kurd û Ereb re hevdîtin hatin kirin û bi hev re têkoşîn hate meşandin. Bi lîderên olî re jî civîn hatin kirin û di vê çarçoveyê de nîqaş hatin meşandin.

'GEL RÊBER APO WEKE ÎRADEYA XWE DIBÎNE'

Li cihên teror lê hebû, civak bi tinebûnê re rû bi rû bû. Lê belê piştî ku fikrên Rêbertî li qadan deng vedan, her kesî karîbû bi vî fikrî xwe îfade bike û bi pêş ve bibe. Ji ber vê yekê rayedarên Xiristiyan diyar kirin ku azadiya Rêber Apo azadiya wan e. Gel di nava kar û jiyanê de bi eşkere nîşan da ku ew Rêber Apo weke îradeya xwe dibîne. Rêber Apo bi rastî jî di nava jiyana her kesî de ye û çareseriyê pêşkêşî hemû pirsgirêkan dike."

Îsa Ehmed anî ziman ku salek bi têr û tijî ya pêngavê derbas bû, wan gelek encam bi dest xistin û got, "Bi xwendina fikrên Rêbertî, bi fêhmkirina fikrên Rêber Apo em êrîşên Tirk ên faşîst têk dibin ku dewama komployê ye. Em diyaloga xwe ya bi Rêber Apo re çiqasî xurt bikin em ê hîn bi lez bigihêjin çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêka kurd û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Armanca me ya azadiya Rêber Apo çiqasî xurt be em ê komployê jî wê astê de têk bibin."