Cenazeyên 2 şehîdên QSD'ê li Hesekê hatin veşartin
Xelkê Hesekê cenazeyên şervanên QSD'ê Mihemed Salih El Mihemed û Esed Ehmed El Xidir spart axê.
Xelkê Hesekê cenazeyên şervanên QSD'ê Mihemed Salih El Mihemed û Esed Ehmed El Xidir spart axê.
Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Hemze Serêkaniyê (Mihemed Salih El Mihemed) ê 11'ê Cotmehê di êrişa li ser wesayita wî de li taxa Salihiye ya Hesekê şehîd bû û şehîd Luqman (Esed Ehmed El Xidir) ê 9'ê Cotmehê li Hesekê şehîd bû, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye yê bajarê Hesekê hatin veşartin.
Di merasîmê de ku Meclisa Malbatên Şehîdan li dar xistiye, bi sedan şêniyên bajêr û gundan, şervanên QSD, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên sivîl û yên jinan hazir bûn.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Beşşar Îsa axivî û sersaxî da malbatên her du şehîdan. Îsa destnîşan kir ku ji b saya fedakariyên şehîdan, pêkhateyên herêmê di nava ewlehiyê de ne.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Agirî Hesekê axivî jî got: "Van lehengan, Bê teredud li ser bingeha ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi hawara welêt ve çûn û malbatên xwe li dû xwe hiştin."
Agirî Hesekê diyar kir ku ji destpêka şoreşê ve dewleta Tirk bi rêxistinên terorîst êriş herêmê dike û dixwaze vîna gel bişikîne û herêmên din dagir bike.
Agirî Hesekê wiha domand: "Bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan pêkhateyên herêmê yek in. Em soz didin ku dev ji rêya şehîdên xwe bernedin, azadiyê bi dest bixin û Sûriyeya demokratîk ava bikin."
Dûre wesîqeya şehadetê ya her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de girseyê cenazeyên her du şehîdan spartin axê.