Cenazeyên 2 şehîdan li Reqayê hatin veşartin
Li Reqayê cenazeyê yek ji rêveberên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Fîras El Semran û şervanê Lîwa El Şîmal El Demokratî Ehmed El Mistefa hatin veşartin.
Li Reqayê cenazeyê yek ji rêveberên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Fîras El Semran û şervanê Lîwa El Şîmal El Demokratî Ehmed El Mistefa hatin veşartin.
Xelkê Reayê berê xwe da goristana şehîdan a li gundê Hikume ku beşdarî merasîma veşartina cenazeyê yek ji rêveberên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fîras El Semran û şervanê Lîwa El Şîmal El Demokratî Ehmed El Mistefa bin.
Di merasîmê de yek ji rêveberên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Kalo axivî û wiha got: "Rêveber Fîras El Semran dema parastina rêgez û ewlehiyê li hember bazirganên hişbirê dikir şehîd bû."
Kalo soza tolhildana şehîdan û şerê bazirganên hişbirê û wêrankeran da.
Li aliyekî din jî berdevkê Lîwa El Şîmal El Demokratî Mehmûd Hebîb axivî û wiha got: "Dema dijmin û astengî pir dibin li qadên lehengiyê jî leheng derdikevin. Da ku ev welat û civak bi ewlehî be. Ji lew re em sersaxiya xwe û beşdaran li hember fedakariyên hevrêyên xwe dixwazin."
Merasîm bi xwendina her du wesîqeyên şehîdan û radestkirina ji malbatên wan re bi dawî bû.