Cenazeyê Xelîl El Muxîr li Tebqayê hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Têkoşîna Dijî Terorê Xelid El Muxîr yê di 13’ê Mijdarê de şehîd bibû, li Goristana Tebqayê hat veşartin.

Cenazeyê endamê Hêzên Têkoşîna Dijî Terorê Xelid El Muxîr yê di 13’ê Mijdarê de şehîd bibû, li Goristana Tebqayê hat veşartin. Bi sedan xelê Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîte û nivîsgehên girêdayî wê, meclîsên leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, tevgerên jin, ciwan û rûspiyên eşîran beşdarî merasîmê bûn.

Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Hind El Xelîl di merasîmê de axivî û wiha got: "Şehîd ronahiya nifşan in, bi saya wan û fedakariya wan em îro li vir in. Ji ber ku wan rojekê jî li hember parastina vê xakê ji qirêjiya terorê û sekna li hember êrîşên dijmin dudilî nebû."

El Xelîl got ku ew ê dev ji parastina desktefî û xaka xwe bernadin.

Hevserokê Komîteya Hundirîn Riyad El Walî jî axivî û wiha got: "Em soz didin şehîdan em ê li ser rêya wan bimeşin û armanca wan pêk bînin û heta dawiyê parastina vê xakê bikin."

El Walî anî ziman ku ew ê li hember tevahî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û ji bo parastina nirx, ewlehî û aramiya herêmê bibin mertal û ji terorê paqij bikin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.