Cenazeyê şehîd Hisên Nofel hat veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Nofel hat veşartin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên Salih Nofel 16`ê Mijdarê dema ku li ser erka xwe ya leşkerî bû şehîd bibû.

Bi sedan xelkê bajêr û navçeyên wê beşdarî merasîma veşartina cenazeyê şehîd Hisên bûn ku li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ehmed El Herîs axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

El Herîs wiha domand: “Şehîdên me di dilê me de nemir in. Şehîd Hisên ku ji bo parastina ewlehiya gel û welatê xwe tevlî nava refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû jî yek ji wan e. Em di şexsê şehîd Hisên de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em soz didin ku heta pêkanîna daxwazên wan, em ê rêya wan bişopînin.”

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Eymen Xeyda jî axivî û bal kişand ser fedakariyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got : “Şehîdan di oxira aramî û ewlehiya vî welatî de xwe feda kirin. Ji bo ku gelê me di nava ewlehiyê de bijî, li hember hemû astengiyan sekinîn. Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin. Em soz didin ku dest ji ax, şehîd û nirxên xwe bernedin.”

Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd Hisên Nofel hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd li ser milan hat rakirin û li pakrewangehê hat veşartin.