Cenazeyê şehîd Hesen El Exres hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Hesen El Exres li Reqayê hate veşartin.

MERASÎMA VEŞARTINA ŞEHÎD

Xelkê Reqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî, şêx û rûspiyên eşîran, partiyên siyasî, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Hesen El Exres ku di encama krîza dil de şehîd bû, li goristana şehîdan a Reqayê veşartin.

Di merasîmê de rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Reqa Îsa El Salih axivî û got: "Dibêjin ji bo her tiştekî destpêk û dawiya wê heye, lê ders di dawiyê de ye. Ger dawî şehadet be, wê demê em xwediyê serkeftinê ne."

El Salih di dawiyê de sersaxî da malbata şehîd û tevahî gelê herêmê û şîfa ji birîndaran re xwest.

Dûre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqa Mihemed El Ehmed axivî û got: "Em soz didin şehîd Hesen û tevahî şehîdan li ser şopa wan bin û ji dijmin re dibêjin hûn nikarin neteweyekî ku karwanên wan ên şehîdan hebin, têk bibin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.