Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di beşa dawî ya hevpeyvîna taybet a bi ANF'ê re destnîşan kir ku konsepta şer a ku dewleta Tirk di sala 2015'an de li dijî gelê Kurd da destpêkirin di sala 2024'an de bi berxwedana gerîla derbeke mezin xwar. Bayik diyar kir ku piştgiriya PDK'ê ya ji bo dewleta Tirk di dewamkirina dagirkeriyê de roleke krîtîk lîst û got, "Eger ne ji piştgiriya PDK'ê bûya, dewleta Tirk nekarî 24 saetan jî li herêmên dagirkirî bimîne. Li gel vê yekê jî li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê gerîla berxwedana herî mezin a dîrokê nîşan da."
Beşa pêncemîn û dawî ya hevpeyvîna taybet a bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re hate kirin bi vî rengî ye:
Konsepta şer a ku dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên navneteweyî, hêzên herêmî yên weke Iraqê û xiyaneta PDK'ê di sala 2015'an de da destpêkirin û 9 sal in dewam dike, heta dawiya sala 2024'an gihîşt kîjan astê? Armanc jê çi bû û kete rewşeke çawa?
Çil sal in em li hemberî dewleta Tirk a qirker mêtinger şer dikin. Encamên vê têkoşîna me li holê ne. Derb li dijminê qirker mêtinger hate xistin, hate lawazkirin û Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê jî gav bi gav mezin bû û gihîşt vê astê. Tevgera me paradîgmaya xwe gihîştiye wê astê ku pêşengiyê ji şoreşa Rojhilata Navîn re bike û bandorê li cîhanê bike. Ev rêveçûna erênî di sala 2024'an de zêde bû û dewam kir. Li aliyekî berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, li aliyê din jî têkşoîna me ya di çarçoveya Pêngava me ya Azadiyê ya Navneteweyî de hate meşandin, bandoreke mezin li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê kir.
Beriya her tiştî divê ev yek bê gotin, eger ne ji piştgiriya PDK'ê bûya dewleta Tirk nikarîbû bi kar û hewldaneke bi vî rengî rabûya, artêşa Tirk a dagirker nekarîbû gav biavêja qadên ku niha hewl dide bi bend û teknîka bilind xwe lê bigire. Li deverên ku hat û lê bi cih bû, xwe dispêre piştgiriya PDK'ê û bi vî rengî dikare lê bimîne. Eger ne ji piştgiriya PDK'ê ya ji bo artêşa Tirk û astengiya li pêşiya gerîla bûya, artêşa Tirk nekarî li deverekê bisekine.
Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst bi tundî û giraniyeke ji ya berê mezintir, di 24'ê Tîrmeha 2024'an de di çarçoveya plana çalakiyê ya têkbirinê de li ser bingeha tasfiyekirina tevgera me ji bo qirkirina Kurdan konsepteke şer xiste dewrê. Li gel hêza leşkerî û teknîkî ya dewletê, derfetên siyasî, aborî, dîplomatîk û jeopolîtîk jî li ser bingeha vê konseptê seferber kiriye. Di serî de NATO piştgirî ji gelek hêz û dewletan wergirt. Her wiha ev xeta xiyanetê ya noker da pişt xwe. Sîstema aborî, leşkerî û siyasî ya heyî ya li Tirkiyeyê ji bo pêkanîna vê armancê ji nû ve dîzayn kir. Ji sîstema parlamenteriyê derbasî sîstema dîktatoriya faşîst bû. Bi van hemû amadekarî û piştgiriyan zêdeyî 9 sal in li ser bingeha konsepta taasfiyekirin û qirkirinê êrîş li ser gelê me û tevgera me tê kirin. Li gel van êrîşên faşîst her wiha şerekî taybet ê giran jî hate meşandin. Ji aliyekî ve bi rêya êrîşkariya faşîst hewl hate dayin ku civak bê derdestkirin û tepisandin, li aliyê din jî bi hêza mezin a medyayê bi hemû rêbazên derveyî exlaqê û qirêj bi civakê bilîzin û civakê bixîne. Her wiha ji bo şerê bêexlaq, qirêj û neheq ê li dijî gelê Kurd dimeşîne bê veşartin û pêşî li nerazîbûna civakê bigire, li ser civaka Tirkiyeyê jî şerekî taybet ê giran hate meşandin, bi neteweperestî û nijadperestiyê hewl hate dayin ku bi dijminatiya li Kurdan civakê kontrol bike. Weke dem jî ji xwe re kir armanc ku bi temamkirina qirkirina Kurdan bikeve sedsala 2'yemîn a komarê. Lê belê desthilatdariya AKP-MHP'ê negihîşt armanca xwe, nekarî plana xwe pêk bîne. Bi payîza 2023'an re gerîla înîsiyatîf xist destê xwe, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xist û vê pêvajoyê di tevahiya sala 2024'an de dewam kir. Ev înîsiyatîf ji çiyê derbasî nava bajêr bû û bi çalakiya TUSAŞ'ê gihîşt asta herî bilind. Înîsiyatîfa ku gerîla di şer de xist destê xwe, di hilbijartinên 31'ê Adarê de jî gel û hêzên demokrasiyê li qada siyasî xist destê xwe. Di hilbijartinên xwecihî de bloka faşîst a AKP-MHP'ê têk çû. Ev yek piştî darbeya gerîla bû derba mezin a duyemîn ku li dijmin hate xistin. Bi vî rengî sala 2024'an bû ew sal ku derb li desthilatdarî û mejiyê faşîst hate xistin, ji hêzê hate xistin. Weke encam jî desthilatdariya faşîst bi têkçûnê û şikestina hêviyên xwe dest bi sedsala 2'yemîn a komarê kir û pirsgirêka Kurd jî bi rengekî xurt çareserî ferz kir. Desthilatdariya faşîst di asteke welê de têk çû ku ji devê Devlet Bahçelî neçar ma ku mikur bê ku bêçareserî maye û ji Rêber Apo xwest, çareseriyê biafirîne.
Di halê hazir de dewleta Tirk veguheriye mîna keştiyeke ku rê û rêgeha xwe winda kiriye. Ji ber ku nekarî di rêya diyarkirî de biçe, lê di heman demê de dest ji siyaset û mejiyê xwe yê qirker bernade, bi rengekî bê rota bi pêş ve diçe. Çav berdaye bûyerên li derve, hewl dide bikeve nava wê yekê ku çi bike karibe ber bi aliyê xwe ve bikişîne û ji bo qirkirina Kurdan jê sûdê werbigire. Mînak, li Iraqê bi vî rengî kir. Piştî ku dît di navbera hin derdorên Iraqî de nakokî hene û ev yek jî dibe sedema valahiyan, yekser hin soz da û bandor li hikumeta Sûdanî kir û mutabaqata tê zanîn çêkir. Piştî ku li Sûriyeyê jî rewşeke nû rû da, ket nava heman nêzîkatiyê. Hewl dide rewşa nû ji xwe re bike firsend, plana qirkirina Kurdan bimeşîne, li ser vê bingehê Roajva dagir bike, şoreşê tasfiye bike. Bi vî rengî hewl dide her firsendê ji bo armancên xwe yên qirkirinê bi kar bîne.
Di Newroza 2024'an de weke 'mizgîn'î hate ragihandin ku gerîla bûye xwedî sîstema parastina hewayî. Gelo vê sîstem ût eknîkê bandoreke çawa li rêveçûna şer kir? Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çawa kir ku konsepta êrîşên bejahî û hewayî yên dewleta Tirk bixitime? Di vê berxwedanê de rola çalakiyên fedaî, bi taybetî jî çalakiya TUSAŞ'ê çi ye?
Gerîla her tim teknîk bi kar aniye. Bikaranîna teknîkê ji aliyê gerîla ve rewşeke nû nîne. Lê belê hêza esasî ya gerîla di teknîkê de nîne, di ruhê fedaî û hunera xwe ya taktîkî de ye. Gerîla êza xwe ya herî mezin ji vê derê werdigire. Rêber Apo got, 'Teknîka herî mezin mirov e'. Gerîla li gorî vê perspektîfê di ruh, rêbaz û taktîkê de xwe kûr kir û afirandina pêşketinê ji xwe re kir esas. Bêguman gerîla girîngiyê dide teknîkê jî û hunera xwe ya teknîkê gelekî bi pêş ketiye. Teknîk hîn bêhtir di şer de tê bikaranîn. Haya gerîla jî ji vê heye û teknîka xwe diafirîne. Derfeteke ji rêzê ya teknîkê ya di destê dijimn de li ber destê gerîla vediguhere bandoreke mezin. Ji ber ku gerîla bi ruhekî bilind ê fedaîtî û taktîkê şer dike. Ji ber vê yekê teknîka li ber destê gerîla ewqasî bi bandor e û zorê dide dijmin. Naxwe li ber destê dijmin teknîkeke hîn pêşketî û amûrên wan hene. Lê belê dijmin tenê bi teknîkê şer dike. Lê gerîla bi ruhekî fedaî yê bilind, rêbaz û taktîkê şer dike. Niha hunera xwe ya teknîkê jî bi pêş xistiye û hîn bi bandor bûye.
Çalakiya TUSAŞ'ê çalakiyeke bêkêmasî ye. Bi her awayî asteke bilind e. Di ruh, rêbaz, taktîk, hêza lêdanê de asteke gelekî pêşketî ye. Pîvanên fedaîtî, milîtanî û taktîkê bilind kiriye. Jiyan û têkoşîna li gorî pîvanên milîtan û ruhê fedaî yê bilind ê van hevalan nîşan dan, ji bo me esas e. Çalakiya TUSAŞ'ê di heman demê de nîşan da ku gerîla xwedî kîjan hêzê ye, li her deverê dema ku bixwaze dikare çalakiyên herî mezin pêk bîne. Gerîla ne tenê li çiyê, li bajêr, li her devera ku civak lê ye. Li her devera ku lê ye bi hêza lêdanê ya xurt di her kêiyê de dikare çalakiyê bike, derbê li dijmin bixe.
HPG jî bi rêk û pêk bîlançoyê eşkere dike. Gerîlayên HPG û YJA Starê ku tevahiya salê ji tunelên şer heta bi taktîkên êrîşê yên koordîneyî û çeperên gerîla yên bi tevger gelek taktîkên cihêreng bi kar anîn, têkoşîna xwe ya li Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê gihandiye kîjan astê? Yên ku dibêjin 'Hindik maye em kilîdê bigirin' li van herêman di kîjan rewşê de ne?
Li Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê berxwedana herî mezin a dîroka gerîla tê kirin. Hevrêyên di vê berxwedanê de şehîd bûne hemûyan bi hurmet bi bîr tînim. Hemû şervan û fermandarên YJA Star û HPG'ê yên di tunelên şer û çeperan de li ber xwe didin, silav dikim. Gerîla taktîkeke şer a nû afirandiye ku di navbera qadê û tunelên şer de ahengî heye û nîşan da ku ev yek serketî ye. Dijmin li pêşberî vê taktîka şer a ku ne li bendê bû bêçare ma. Li gel teknîka bilind, hêza hewayî, bombardûmana giran û bikaranîna çekên qedexekirî nekarî berxwedana gerîla bişikîne û li gorî ku plan kiriye bi pêş ve biçe.
Gotina 'Me kilîd girtine' bi temamî gotineke psîkolojîk e. Di rastiyê de artêşa Tirk a dagirker ti carî li qadên şer ên navborî nekariye înîsiyatîfê bi dest bixe. Înîsiyatîfa şer timî di destê gerîla de bûye. Eger ne ji piştgiriya PDK'ê bûya, artêşa Tirk nekarî 24 saetan jî li vir bisekiniya. Tenê bi piştgiriya PDK'ê dikare li van deveran bimîne. Li van qadan ne cara yekê ye ku şer diqewime. Beriya niha jî artêşa Tirk bi piştgiriya PDK'ê hatibû van deveran. Niha jî bi piştgiriya PDK'ê hatiye vê derê. Lewma di rewşê de guhertinek nîne. Lê belê dewleta Tirk bi gotina 'me kilîd girtiye' hewl dide serneketina xwe veşêre. Mifteya çiyê di destê gerîla de ye. Ya ku li Zap, Metîna, Avaşîn, Xakurkê kilîd bûye artêşa Tirk a dagirker e. Gerîla li her deverê ketiye çeperê û çalakiyan dike.
Di berxwedanê de rola hêzên MAK û hêzên xweparastinê yên mîna wan çi ye? Rola ciwanên Kurdistanê di berxwedana xweparastinê de çi ye? Ji bo ciwanên Kurdistanê hûn dixwazin çi bibêjin?
Xweparastin di çarçoveya stratejiya me de ye. Paradîgmaya me xwe dispêre xweparastin û xwerêveberiyê. Her bersiva me ya li hemberî êrîşa li ser hebûna me, bersiveke xweparastinê ye. Bi vî rengî gerîla hêza herî mezin a xweparastinê ye. Xweparastin dibe ku her tim ne çalakiyeke leşkerî be. Carna gotinek dikare bibe xweparastin. Carna çalakiyeke mezin dikare bi vê armancê bê kirin. Ya girîng ew e ku êrîş bê beralîkirin. Rêber Apo mînaka gul û sitiriyên wê da. Diyar kir ku gul hewl dide bi sitiriyên xwe, xwe biparêze. Ji bo jiyan û ewlekariya civakê, xweparastin bûyereke rêxistiniyê ye. Bêyî rêxistiniyê xweparastin nabe. Şaş e ku mirov xweparastinê tenê weke hişmendiyê pênase bike û xwe bi rêxistin neke. Hişmendiya xweparastinê bêguman girîng e, lê belê ne tenê wergirtina hişmendiyê ye. Dema ku hate birêxistinkirin hingî bi wate û kêrhatî dibe.
Em di demeke welê de ne ku Şerê Cîhanê yê 3'yemîn giran dibe. Cihê ku herî zêde şer lê giran dibe jî Kurdistan e. Ji ber vê yekê ji her demê bêhtir meseleya xweparastinê derdikeve pêşiya me. Weke ku tê zanîn êrîşên dijmin ê mêtinger qirker zêde bûne, dewam dikin û plana êrîşên nû dikin. Ya ku li Rojava dike û hewl dide bike li ber çavan e. Li aliyê din bi her awayî kiryarên şerê taybet ê qirêj dixe meriyetê, ajan, kontra, şebekeyên mafya bi rêxistin dike û dixe nava civakê. Ev êrîş hemû tenê bi şerê gerîla nikare bê astengkirin. Li her qada jiyanê pêwîstî bi rêxistiniyeke xurt a xweparastinê heye. Ji ber vê yekê di vê pêvajoyê de karê herî bingehîn karê xweparastinê ye.
Bêguman parastina civakê beriya her tiştî wezîfeya ciwanan e. Êdî di vê demê de berpirsyariya ciwanên Kurdistanê hîn zêde bûye. Çawa ku ciwanên Kurdistanê dema bihurî yekîneya gerîla û artêşa gerîla bi pêş ve bir û bi rola dîrokî lîst, îro jî bi pêşvebirina xweparastinê divê berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bîne. Ciwan hem bi tevlîbûna li nava gerîla divê gerîla xurt bike hem jî xweparastinê bi rêxistin bike. Bi vê berpirsyariya dîrokî divê ciwanên Kurdistanê yê welatparêz tevlîbûna xwe xurt bike, bi berpirsyariya rêxistinkirina xweparastinê bi cih bînin. Li ser vê bingehê l her qada jiyanê divê bikevin nava rêxistiniya xweparastinê, li her derê bersiva pêwîst bidin êrîşên dijmin.
Bûyerên ku di mehên dawî yên salê qewimîn nîşan didin ku sala 2025'an wê hîn tund derbas bibe. Li ser vê bingehê pêşdîtina we ji bo sala 2025'an û peyama we çi ye?
Me saleke têkoşînê ya bi zehmet û girîng li pey xwe hişt. Hem berxwedana dîrokî ya gerîla hem jî têkoşîna gelê me, hem pêşektinên di çarçoveya Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî de hatin afirandin, kirin ku sala 2024'an bibe salek ji encamên girîng. Encama herî mezin jî ew bû ku piştî çar salan me ji Rêber Apo agahî wergirt. Ber bi dawiya sala 2024'an me agahî ji Rêber Apo wergirt. Rêber Apo diyar kir ku rewşa wî baş e û silav ji her kesî re şand. Vê yekê kêfxweşiyeke mezin da me, hêz û moral da me. Em bi vê kêfxweşî û moralê dest bi sala 2025'an dikin.
Weke gel û tevgerê em ji her demê bêhtir xurt û bi rêxistin in. Ji her demê bêhtir em nêzî serketinê ne. Xeteriyên ku em pê re rû bi rû ne hene, lê belê bi têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî em dikarin hemû zehmetiyan ji holê rakin. Em ji bo dozeke mafdar têdikoşin. Em ji bo ziman, çand, nasname û azadiya xwe têdikoşin. Em gelekî welê ne ku di vê oxirê de bi deh hezaran şehîd dane. Ti tişt nikare me ji têkoşîna me ya mafdar vegerîne, nikare me ji serketinê vegerîne. Em bi biryar in ku têkoşîna xwe hîn bilind bikin û sala 2025'an bikin sala azadiyê. Serketina ku em ê di sala 2025'an de bi dest bixin, wê hêzê bide mezlûman hemûyan ên ku li hemberî zilmê li ber xwe didin. Li ser vê bingehê em sala nû li civaka Xiristiyan, gelê me, dostan, mirovahiyê pîroz dikin, serketinê dixwazin.