Li Rojhilatê Kurdistanê di 2024’an de 63 kolber hatin qetilkirin

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku di sala 2024’an de 63 kolberên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.

KOMKUJIYA LI DIJÎ KOLBERAN

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di sala borî de 63 kolberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin, her wiha 233 kolber jî birîndar bûn.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihandî, di sala 2024’an de 63 kolberên Kurd hatine kuştin. Hate diyarkirin ku di sala borî de her wiha 233 kolberên Kurd jî di gulebaran û êrîşa raste rast ya hêzên rejîma Îranê de, birîndar bûne.

Her wiha hate destnîşankirin ku ji ber astengî û rêgiriyên rejîma Îranê ya li pêşiya rêxistin û çalakvanên mafê mirovan di şopandin û lêkolînkirina binpêkirinên li Rojhilatê Kurdistanê, bîlançoya pêwîst nehatiye komkirin.