Di operasyona hevpar de 4 çeteyên DAÎŞ’ê hatin binçavkirin
Dezgeha Dijî Terora Iraqê û Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyoneke hevpar pêk anîn. Di encama operasyona hevpar de 4 çeteyên DAÎŞ’ê hatin binçavkirin.
Dezgeha Dijî Terora Iraqê û Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyoneke hevpar pêk anîn. Di encama operasyona hevpar de 4 çeteyên DAÎŞ’ê hatin binçavkirin.
Dezgeha Asayişa Iraqê têkildarî operasyona li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di operasyonek hevbeş a bi koordîneya li gel Dezgeha Dijî Terora Iraqê û Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê de 4 çeteyên DAÎŞ’ê yên ku di çarçoveya madeya 4 ya ya têkoşîna li dijî terorê de biryara girtina wan heye, hatin binçavkirin.”
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Li gor encama lêkolînên hatine kirin, ev çar çekdarên DAÎŞ’ê bi belgeyên sexte hatin û çûyînê dikin û xwe ji çavderiya ewlekariyê dizîne. Du ji terorîstên hatine girtin li ‘desteya pêşxistin û pîşesaziya leşkerî ya DAÎŞ’ê’ ku li parêzgeha Enbar wek pisporên teknîkî di çêkirina katyûşayan de kar kirine û ev katyûşayane li dijî hêzên ewlekariyê bikar anîne. Her du terorîstên din jî ser bi parêzgehên Nînova û Dîcle ne û tevlî êrîşên çekdariyên terorîstî li dijî hêzên ewlekariyê û welatiyên sivîl bûne.”