BI DÎMEN

Şehîdên Parîsê li Berlînê hatin bibîranîn

Şoreşgerên ji aliyê dewleta Tirk ve li Parîsê hatin qetilkirin li paytexta Elmanya Berlînê hatin bibîranîn.

Meclîsa Jinê ya Dest Dan ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin û Emîne Kara, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer ên di 23’yê Kanûna 2022’yan de li Parîsê hatin qetilkirin li Berlînê çalakiya bîranînê li dar xist.

Bîranîn bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Berlînê pêk hat.

Di axaftinan de bal kişandin ser berpirsyarên komkujiyên Parîsê û dînamîkên siyasî yên li pişt van êrîşan. Axaftvanan diyar kirin ku kesên hatine qetilkirin ne tenê nûnerên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, di heman demê de nûnerên daxwaza edaletê ya gelên bindest ên cîhanê ne.

Li ser navê komîsyona Malbatên Şehîdan Dayê Gozê axivî û ji ber ronînekirina komkujiyan dewleta Fransayê rexne kir û kesên komkujî pêk anîne lanet kir. Dayê Gozê got, “Em li ser şopa şehîdên xwe ne û em ê wan biparêzin.”

Li ser navê Meclisa Jinên Êzidî Berlînê Nûrê Alkiş jî axivî û got, "Heta ku dewleta Fransa van komkujiyan ronî neke, wê di tariyê de bimîne.”

Endama TJK-E Safiye Erol di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya misogerkirina yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd û got, "Pêwîste Ocalan di nava şert û mercên azad de bi cîhanê re têkiliyê deyne."

Bîranîn bi pêşandana sînevîzyonê berdewam kir. Endamên komîsyona çandê ya Nav Berlînê Ozgur Işik û Mustafa Acioglû ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê stran gotin.

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Dest Dan wê ji bo kesên li Parîsê hatin qetilkirin 9’ê Çile saet 11:00’an li ber Konsolosxaneya Fransa ya Brandenburger Torê daxuyanî bê dayîn.