Êrîşên li ser bendava Tişrîn û Minbicê hatin şikandin

QSD’ê êrîşên bejahî û hewayî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî başûr û rojhilatê Tişrîn û Minbicê şikandin. QSD’ê ragihand ku ew ê di saetên pêş de hûrguliyan parve bikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku hêzên QSD’ê tevahî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bejahî û hewayî li dijî deverên rojhilatê başûrê Minbicê û bakurê Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê têk birin, bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Navendê diyar kir ku dê di çend saetên din de hûrgiliyên encamên berxwedana şervanên QSD'ˋê li dijî çeteyan û dîmenên berxwedanê parve bikin.