BI DÎMEN

Êrîşên li hemberî gelên Sûriyeyê hatin protestokirin

Li Mannheimê êrîşên li hemberî gelên Sûriyeyê hatin protestokirin.

Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê bi banga Fedarasyona Alewiyan a Demokratîk(FEDA) li Sûriyeyê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî HTŞ û SMO'yê ya li hemberî Alewî, Kurd, Xiristiyan û Durziyan hate protestekirin.

Mîtînga ku nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî tevlîbûn de wiha hate gotin:

"Dewleta înkarker a ku dixwaze ji Kurd û dostên wan tolê hilîne, her roj gef li Rojava dixwe û bi hewldana dagirkeriyê re dixwaze hesabê DAÎŞ’a têkçû bipirse. Ev hişmendiya selefîst a ku dibêje, 'kuştina Elewiyan vacîb e' em wek Elewî ji her kesî zêdetir nas dikin û dizanin. Ev êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk a ku dixwaze tola DAÎŞ'ê hilîne tên kirin li dijî hiqûqa navnetewî ye. Dewleta Tirk bi van êrîşan re 'sûcên mirovahiyê' dike. Li ser vê bingehê em bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê û hêzên cihanê ya demokrasiyê dikin ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

Di mîtîngê de bi gotina, “Li pêvajoya pêşiya me rojên dijwar li benda me ye. Vê pêvajoya dijwar Kurd, Elewî, Xiristiyan û hemû derdorên tên çewisandin re dikarin bi hev re derbas bikin" banga piştgirî û bi hev re têkoşînê hate kirin.

Nûnerên FEDA, DKTM/Ma-Lu û MLPD'ê di mîtîngê de axivîn.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên “Kujer Erdogan", “Bijî Serok Apo" û "Bijî piştgiriya enternasyonal" bi dawî bû.