Hêzên Ewlekariyê li Dêrazorê 7 çeteyên DAÎŞ’ê girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Koalîsyona Navnetewî ya Têkoşîna li Dijî DAÎŞ’ê bi operasyona hevpar 7 çeteyên DAÎŞ’ê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî operasyona li Dêrazorê hat lidarxistin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: 

“Dezgeha Ewlehiya Giştî û Koalîsyona Navnetewî berbanga Pêncşemê (2’yê Çileyê) operasyoneke ewlehiyê ya serketî li rojhilatê Dêrazorê kir. Di encamê de 7 endamên şaneyên rêxistina DAÎŞˈê ya terorîst hatin girtin.

Ev operasyon di çarçoveya hewldanên me yên domdar yên li dijî bermahiyên terorîstan û paqijkirina herêmê ji gefên wan ên domdar de hat kirin. Hêzên me di tesbîtkirina cihên endamên şaneyê de bi ser ket. Endamên şaneyê ku ji herêma Serêkaniyê û bajarê El Bûkemal hatibûn û derbasî herêmên rojhilatê Firatê bûbûn, çek li endamên din ên şaneyê belav dikirin.

Di operasyonê de miqdareke çek û belgeyên di destê wan de hatin desteserkirin û berî ku wan bişînin pêşberî edaletê, lêpirsînên destpêkê hatin kirin, ji bo ku rê û rêbazên qanûnî yên pêwîst bên temamkirin.

Tevî tevliheviya li beşên din yên Sûriyeyê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê herî ewle ne.

Hêzên me teqez dikin ku dê li hember hemû gefên terorîstan û hewldanên mîsogerkirina ewlehiya şêniyên herêmê bidomîne.”