Di êrîşa ‘xwekujiyê’ ya li Pakistanê de 6 kes mirin
Li herêma Belûçistan a başûrê rojavayê Pakistanê êrîşeke xwekujiyê pêk hat. Di encama êrîşê de herî kêm 6 kes mirin.
Li herêma Belûçistan a başûrê rojavayê Pakistanê êrîşeke xwekujiyê pêk hat. Di encama êrîşê de herî kêm 6 kes mirin.
Li herêma Belûçistanê ya başûrê rojavayê Pakistanê teqînek çêbû, di nav de leşker jî hene herî kêm 6 kes mirin û bi dehan birîndar bûn. Komeke çekdar ew teqîn girt ser xwe.
Berpirsê polîsên xwecih ji AFPˋê re axivî û diyar kir ku di nav leşkerên nobetdarên sînor de teqînek rûda. Di encama teqînê de herî kêm 6 kes mirin.
Her wiha berpirsekî ewlehiyê yê xwecih ji AFPˋê re got diyar e êrîşa li dijî hêzên berleşkerî "xwekujî" bû.
Li aliyekî din jî berdevkê "Artêşa Rizgariya Belûçistan" got wan êrîş pêk aniye û ew teqîneke xwkujî li dijî erebeya artêşa Pakistanê bû.