BI DÎMEN

Şehîdên Parîsê li Strasbourgê hatin bibîranîn

Di bîranîna şehîdên Parîsê ya li Sttasbourgê hat lidarxsitin de hat diyarkirin ku Fransa aktorên sereke yên li pişt komkujiyê ye û hewl dide komkujiya dewleta Tirk binixumîne.

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê ji bo Sakîne Cansiz, Evîn Goyî, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Mîr Perwer, Abdurrahman Kizil ên di 9'ê Çileya 2013 û 23’yê Kanûna 2022'yan de şehîd bûn çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Gelek kes beşdarî bîranîna ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Strasbourgê û Komuna Jinê ya Zîn ve hat lidarxistin, bûn.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir û sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîdan hatibû amadekirin hat pêşandan.

Besîme Konca ku di çalakiya bîranînê de axivî, diyar kir ku komkujiyên Parîsê ku bi awayekî eşkere ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ve hat plankirin û got, “Tevgera azadiya jinê û têkoşîna bûye hêviya mirovahiyê ya li derdora dirûşma Jin Jiyan Azadî kom bûne hedef hat girtin.”

Besîme Konca anî ziman ku dewleta Tirk a ku qirkirina Kurdan dike hedef, bi van komkujiyan peyama “Her Kurdê azadîxwaz hedefa me ye” da û got, “Herdu komkujiyên Parîsê konsepta şerê qirkirinê ya li dijî Rêber Apo, tevgera azadiyê û gelê Kurd e.Em ê teqez hesabê komkujiyan ji wan bipirsin. Gelê me bi biryar e ku heta azadiya xwe têbikoşe.

Konca herî dawî banga tevlîbûna meş û mîtînga ku 11'ê Çileyê di salvegera komkujiyan de bê lidarxistin kir.