Li Essenê ciwanên Kurd ji bo Rojava meşiyan
Ciwanên Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li bajarê Essenê meşiyan.
Ciwanên Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li bajarê Essenê meşiyan.
Ciwanên li ber Hîrschland Plaz a bajarê Essen ê Elmanyayê li hev civiyan, ji bo rawestandina êrîşên dagirkeriyê, komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Rojava û li dijî faşîzma AKP-MHP’ê helwest nîşan bidin meşek organîze kirin.
Meşa bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hat lidarxistin, ciwanan pankartên Elmanî, alên YPG û YPJ’ê hilgirtin û êrîş û komkujiyan protesto kirin. Di meşê de timî dirûşmeyên “Bijî yekîtiya gelê Kurd”, “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Bijî berxwedana YPJ’ê”, “Bijî berxwedana QSD’ê” û “Faşîst Erdogan” berz kirin.
Ciwanan di meşê de sirûda Çerxa Şoreşê xwedin û broşurên agahdarkirinê yên bi zimanê Elmanî yên li ser komkujî û êrîşên dagirkeriyê hatin amadekirin belav kirin.
Meş li Rheinischen Platzê bi dawî bû.