Bîlançoya bomberdûmana li ser Efrînê giran dibe

Bîlançoya bomberdûmana li ser Efrînê her giran dibe. Sivîlekî din jî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker hate kuştin. 5 sivîl jî birîndar bûn.

Bomberdûmana ku artêşa Tirk a dagirker duh êvarê li navenda bajarê Efrînê da destpêkirin didome. Bi balafirên şer û çekên giran êrîş li navenda bajêr tê kirin ku bi sed hezaran sivîl lê ne.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker li navenda Efrînê sivîlekî din şehîd bû, 5 sivîl jî birîndar bûn. Nasnameya sivîlê şehîd bû zelal nebû. Sivîlên birîndar bûn: Serdar Mustefa (25), Melek Mustefa (3), Luqman Bekir (46), Nûrî Ehmed (40), Endnan Seqî (17).

Danê sibehê ji ber bomberdûmanê 3 sivîl birîndar bûbûn ku 2 jê zarok in.

Ji duh êvarê û vir ve ji ber bomberdûmanê 8 sivîl şehîd bûn, 4 jê zarok in. Herî kêm 21 sivîl jî birîndar bûn.