KONGRA-GEL Raperîn Amed bi bîr anî

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL alîkara Hevserokên KONGRA-GEL Raperîn Amed bi hurmet û minet bi bîr anî, ku 17'ê Hezîrana 2022'an di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû.

RAPERÎN AMED

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL got, "Em Alîkara Hevserokên KONGRA-GEL hevala Raperîn Amed bi salvegera 3'emîn a şehadeta xwe de bi hurmet û minet bi bîr tînin, ku 17'ê Hezîrana 2022'an di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû."

KONGRA-GEL got, "Hevala Raperîn pêşengî ji karên avakirina sîstema civakî re kir ku xwe dispêre neteweya demokratîk" û bi dewamî got, "Têkildarî sîstema akademî, kooperatîf, meclîs û komunan ku hêmanên bingehîn ên konfederalîzma demokratîk e, karên perwerdeyê kir. Bi taybetî di birêxistinkirina meclîs û komunan de, di perwerdekirinê de kedeke mezin da.

Hevaleke me bû ku li ser bingeha 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ku manîfestoya sedsalê ye, dikarîbû pêşengî ji karên avakirina civakî re bikira. Nebûna wê ya di vê pêvajoyê de ji bo me windahiyeke mezin e.

Ji bo serxistina armancên hevala Raperîn û hemû şehîdên me, em neçar in avakirina civakî teqez pêk bînin ku karê stratejîk ê bingehîn ê vê pêvajoyê ye. Yekane rêya ku em bersivê bidin banga sedsalê ya Rêber Apo, serxistina avakirina civaka demokratîk e.

Encamên giran ên şer ku li cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn belav dibe, radixe pêş çavan bê 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo çiqasî girîng e û divê tavilê bersiv jê re bê dayin.

Berpirsyariya meşandina erênî ya vê pêvajoyê li ser milê hêzên demokrasî û alîgirê aştiyê ye. Ji ber ku ya zextê li ser hikumetê û parlamentê bike û bixe nava liv û tevgerê ku gavên pêwîst biavêje, zexta raya giştî ye. Ev wezîfeya dîrokî jî ya hêzên demokrasiyê ye.

Li ser bingeha manîfestoya sedsalê ya Rêber Apo, li her qada ku em lê ne em avakirina civaka demokratîk ji xwe re bikin esas. Di mijara tevlîbûna li karên avakirinê de divê her welatparêz seferber bibe. Li komun û meclîsan di komîsyonên aliyê neteweya demokratîk de bi wezîfe rabin û di avakirina civakî de rola xwe bilîzin.

Şert û merc hemû nîşan didin ku dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye. Bi taybetî ya ku pêvajoya aştî û azadiyê bi pêş ve bibe karê vaakirinê ye ku bi pêşengiya me û dostên me bê meşandin. Rêya bersivdana li şehîdên me ev e.

Li ser vê bingehê di şexsê pêşenga avakirina civakî hevala Raperî de em şehîdên xwe hemûyan careke din bi hurmet bi bîr tînin û soza dilsoziya bi bîranîna wan re didin."