Dewleta Tirk li dijî mirovahiyê şer dike

Artêşa Tirk ku bi hemû çekên konvansiyonel û hêza xwe ya şer hewl dide Efrînê dagir bike, bombeyan li navenda bajêr dibarîne û komkujiyan dike.

Dewleta Tirk a bi serkêşiya dîktator Erdoğan ji aliyê koalîsyona AKP-MHP'ê ve tê birêvebirin, tevî artêşa xwe ya ji çekên konvansonel û çeteyên xwe yên ji nava DAÎŞ û El Qaîdeyê daye hev, danê êvarê careke din bombe li navenda bajarê Efrînê barand. Li navenda bajêr ku bi balafirên şer û topxaneyan hate bomekirin, bi dehan kes şehîd û birîndar bûn ku zarok jî di nav de hene.

Ev 55 roj in artêşa Tirk a dagirker ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan bi balafirên şer, tank û topan bombeyan li vê Efrînê dibarîne. Artêşa Tirk ku komkujiyan li sivîlan dike, du rojên dawî dor li bajêr girt û bombeyan li navenda Efrînê dibarîne.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk, nifûsa gund û bajaran li navenda bajêr kom bû. Dewleta Tirkku av li ser bajêr biriye û bombe li firinên nan barand, hewl da bike ku gle bajêr biterikîne. Tevî vê yekê jî mirovan bajarê xwe neterikandin. Ji danê êvarê ve careke din bombe li navenda bajêr barand.

BOMBERDÛMAN LI NAVENDA BAJÊR TÊ KIRIN

Artêşa Tirk a dagirker ji saet 16'an û pê ve bi obus û topan dest bi bomberdûmana navenda bajêr kir. Balafirên şer ên Tirk saet 16:30 bombe li navenda Efrînê barandin. Bomberdûman yekser li dijî gel hate kirin. Di êrîşên destpêkê de 5 kes şehîd bûn ku 2 jê zarok in. 12 kes jî birîndar bûn. 9 kesên birîndar ji malbatekê ne û 2 jê zarok in.

Li gorî ANHA'yê ji ber bomberdûmanê zarokên bi navê Kajîn Alî (4) û Mihemed Qişle (6) şehîd bûn. Saet 22'an û pê ve hejmara şehîdan gihîşt 7'an.

Artêşa Tirk ne tenê navenda bajêr, her wiha bombe li derdora bajêr jî barand. Li gundê Tirindê yê ser bi navenda Efrînê, ji ber êrîşa bi obusan Robîn Memo (5), Rolyane Memo (11), Mihemed Ebdo Memo (9), Rozî Memo (6), Nêçirvan Memo (13) birîndar bûn. Zarokên birîndar saet 22:30 rakirin Nexweşxaneya Avrînê.

LI 5 ENIYAN ŞER DIDOME

Li eniyên Bilbilê, Şiyê, Şêrawa, Şêra û Mabetayê di navbera QSD'ê û artêş/çeteyên Tirk de şerekî dijwar diqewime. Het danê nîvro herî kêm 81 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin, 6 wesayitên leşkerî jî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê nasnameya 14 şervanên xwe û Asayîşê jî nasnameya 28 endamên xwe yên di şer de şehîd bûn eşkere kirin. Li Efrînê duh cenazeyê 32 berxwedêran bi merasîmekê hatin veşartin.

MSD'Ê BANG KIRIBÛ

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) piştî ku dewleta Tirk dor li bajêr girt, di nava rojê de careke din daxuyanî da û got, "Em weke MSD`ê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi armanca qirkirina gelê Kurd li Efrînê şermezar dikin. Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku derbarî van êrîş û komkojiyên ku li ser sivîlan pêk tîne bêdeng nemînin û helwesta xwe zelal bike, her wiha em bang li wan dikin ku bi erka xwe ya li hemberî mirovahiyê pêk bînin. Em xirabûna rewşa mirovî li Xûtaya Rojhilat şermezar dikin. Wekê tê zanîn Konseya Ewlekariyê ji bo rawestandina şer li Sûriyê biryara 2401 derxist, ev biryar pêk nehat, tê tercîhkirin ku li vir peymaneke heye û gelên Xûta û Efrînê fatoreya wê didin.

Em bang li Konseya Ewlehiyê dikin ku rêzê bidin biryarên xwe ya 2401 û bi awayekî lez pêk bîne, her wiha destekê bidin çareseriya siyasî ku dawî li aloziyê bîne û formeke guncaw ji bo jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê û hêzên wê yên siyasî."

Kurdistanî û dostên wan ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ev 54 roj in li ser piyan e, îro jî li gelek bajarên Ewropayê û parçeyên Kurdistanê xwepêşandanên protestoyî li dar xistin. Li gelek bajarên Ewropayê çalakî dewam dikin.