Bomberdûmana li ser Efrînê dewam dike

Bomberdûmana ku artêşa Tirk a dagirker duh êvarê li navenda Efrînê dest pê kir, didome. Ji ber bomberdûmanê 7 sivîl şehîd bûn, 4 jê zarok in. Bi dehan sivîl jî birîndar bûn.

Navenda bajarê Efrînê ku bi sed hezaran sivîl lê dijîn ji duh êvarê ve ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi balafiran û çekên giran tê bombekirin.

Ji ber bomberdûmana duh êvarê 7 sivîl şehîd bûn ku 4 jê zarok in. Bi dehan sivîl jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, êrîşa bi obusan a li ser navenda Efrînê didome. Balafirên şer jî li herêmê digerin. Bomberdûman bi taybetî li gundê Tirtewile û taxa Zediye tê kirin.

Di encama bomberdûmana danê vê sibehê de li taxên Eşrefiyê û Mehmûdiyê 3 sivîl birîndar bûn ku 2 jê zarok in.

Li navenda bajarê Efrînê nêzî 850 hezar sivîl hene.

Wekî din, balafirên şer ên Tirk danê vê sibehê bombe li gundê Meydankê yê navçeya Şerayê barandin. Li vê derê di navbera hêzên YPG/YPJ û leşker/çeteyên Tirk de şerekî dijwar diqewime.