KJK: Berxwedaniya Efrînê banga serfiraziyê ye
Koordînasyona KJK’ê got li Efrînê şayanî gewherê dîrokê berxwedaniyek tê nivîsîn.
Koordînasyona KJK’ê got li Efrînê şayanî gewherê dîrokê berxwedaniyek tê nivîsîn.
Koordînasyona KJK’ê derbarê berxwedana Efrînê daxuyaniyek da û got, ‘’Serfirazî li ser zimanê dayikên Efrînê, li awirên biryardar ên zarokan û di têkoşîna rûmetdar e a jin û ciwanên ku di mewziyan de bi legengî şer dikin û destûrê nadin faşîzmê gav bi gav bi pêş dikeve.’’
KJK’ê berxwedaniya Efrînê weke ‘serdema serfirazî û şoreşê’ pênase kir.
HELWESTA BÊHEMPA A GELÊ ME MIZGÎNIYA SERFIRAZIYÊ YE
KJK’ê şervanên QSD’ê, YPG, YPJ’ê pîroz kir û got, ‘’Ji Rojava ta bi Başûr, Bakur, ji Şengalê ta bi Rojhilat û Ewropa helwesta bêhempa ya jinan, gelê me û gelên me ku bi gelê Efrînê re li dijî faşîzmê têdikoşin mizgîniya serfiraziyê ye. Em ve berxwedaniya serfiraziyê ya bi rengê cejnê ya gelên xwe pîroz dikin.’’
Di daxuyaniyê de hate gotin li dijî êrîşên dagirker û qirker ên AKP’ê ya faşîst şayanî dîroka Efrînê têkoşîna parastin û azadiyê tê dayin û welatparêz, şervanên ku di dijî van êrîşên bi balafir, tang û topan nehiştine ku faşîzm bi pêş ve biçe û şehîd bûne bi bîr anî û diyar kir ku ew ê layiqî şehîdan bin.
EFRÎN ÊDÎ SERFIRAZÎ YE
KJK’ê di daxuyaniyê de bal kişande ser berxwedaniya Kobanê, diyar kir ku agirê şoreşê ku bi Kobanê re geş bûyî û ji ji hemû çewisandiyan re, ji wan gelan re ku tiyê azadiyê bûn, bûye hêvî û niha ev hêvî li Efrînê serfirazî ye êdî. Bi domdarî hate gotin, ‘’ ’Serfirazî li ser zimanê dayikên Efrînê, li awirên biryardar ên zarokan û di têkoşîna rûmetdar e a jin û ciwanên ku di mewziyan de bi legengî şer dikin û destûrê nadin faşîzmê gav bi gav bi pêş dikeve.’’
DÎROK ŞAYANÎ GEWHERÊ XWE TÊ NIVÎSÎN
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘Dîrok bi berxwedaniya Efrînê li gorî gewherê xwe tê jiyîn. Hêrs jin û gelan a li dijî faşîzmê, hîsa tolhildanê, azaweriya azadiyê dibe yek û li Efrînê dibe slava li şoreşê. Azadiya ku li zimanê dayikên Efrînê ser ve diçe dest li di dilê mirovahiya dinyayê dide. Hewesta zarokên Efrînê ya bi dilê xwe yî mezin ku digotin, ‘Erdogan em ji te natirsin, Em gerîla ne’ dibe bersiva herî xurt a li dijî faşîzmê.’’
DEMA ŞOREŞÊ YE
KJK’ê herî dawî got: ‘’Tam bi vê sedemê niha dema azadiya gelan e, dema şoreşa jinê ye. Dema wê ye ku têkoşîn were serfirazkirin û faşîzm were tinêkirin. Divê jin û gel bi berxwedanê re, bi hêviha geşbûyî re, bi geşedanên ku azadiyê tîni, divê bibin yek dil û rabin ser piyan. Em hêza xwe ya têkoşînê, vîna xwe ya rêxistinî bi serfiraziya geşbûyî ya Efrînê re biryara xwe bikin yek û veguherînin serfiraziya gelan û jinan.’’