Komxebata Yekîtiya Neteweyî: Efrîn keleha me ya rûmetê ye

Piştî Komxebata Yekîtiya Neteweyî ya li Silêmaniyê ya ku KNK’ê amade kiribû, ji bo Efrînê daxuyaniya piştgiriyê hate dayîn.

Komxebata Yekîtiya ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar ji bo Efrînê dan û helwesta Başûrê Kurdistanê û hemû parçeyên Kuridistanê ya li dijî dagirkeriya Tirk eşkere kirin.

Daxuyaniya KNK’ê ji aliyê Endamê Mekteba Siyasî ya Hizba Şûî Ebû Tara ve bi amadebûna hemû beşdarên Komxebata Yekîtiya Netewî ya Başûr ku nûnerên parçeyên din yên Kurdistanê û bi taybet jî partiyên Rojhilat di tê de amade bûn, hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye;

Efrîn keleha berxwedan û rûmetê ye. Dijminên gelê Kurd dixwazin Têkoşîna Azadîxwaz ya Kurd û xaka Kurdistanê têk bibin. Lê em dibêjin ev xeyaleke vala ye. Em bi şervan û gelê Efrînê şanaz û serbilind in. Dewleta Tirk li ser xaka xwe têr nabe niha çav berdaye xaka Kurdistanê jî. Ew Efrînekî aşitîxwaz û aram qebûl nakin. KNK piştgirî dide hemû deskeftiyên parçeyên Kurdistanê û li dijî hemû êrîşên ser van destkeftiyan disekine.

HEWLDANA DAGIRKIRINÊ XEYALEK E

Efrîn îro di bin tank, top û balefirên Tirkiyeyê de li ber xwe dide. Dewleta Tirk dixwaze êşkence û qetlîamên xwe li Efrînê jî pêk bîne. Lê divê bizanibin ku hewldana wan a dagirkeriyê xeyalek e. Dewleta Tirkiyeyê li ser Kurdistanê bazariyan dike û dixwaze Kurdan qetil bike. Em van êrîş û dagirkirinê qebûl nakin.

Dilniya bin wê Tevgeraa Azadîxwaz ya Kurdistanê azadî û maf ji bo hemû pêkhateyên Kurdistanê bîne. Efrîn keleha berxwedan û rûmetê ya gelê me ye.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ bi dawî bû.