Karayilan: Dewleta Tirk li Efrînê têk çû

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê ku got: “Di berxwedana 6 rojan a Efrînê de dewleta Tirk têk çû”, diyar kir ku li Efrînê rûmeta mirovahiyê li hemberî dagirkirin û faşîzmê bi ser ketiye.

Nixandinên Karayilan a di bernameya televîzyona Ronahî TV de hatî weşandin wiha ye:

*Hûn êrîş û berxwedana 6 rojan a Efrînê çawa dinirxînin?

Niha di her tiştekî de destpê girîng e, destpêk bingehê ava dike, ev mijar di şer de jî wisa ye. Dema mirova êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Efrînê binere, di nava şeş rojan de berxwedana QSD, YPG, YPJ û gelê me ku mirov bibîne, rastî rengê van şerî û van berxwedanî tê de xuya dike. Bi astekîepir bilind berxwedanî heye. Berxwedanek li hember teknelojiya herî pêşketî heye.

Ev di şexsê gelê me yê Efrînê û di şexsê şervanên wan de tiştekî pir bilind û cihê kêfxweşiyê ye. Ji bo tevahî gelê Kurd cihê serbilindiyê ye, ev 6 roj in dagirkeriya Tirkiyê tevlî teknolojiya xwe û êrîşên hewayî û bejahî nikarin encam bigirin. Ev tiştekî pir girîng e û pir hêja ye. Ev ne ji bo Efrînê û gelê Kurdistanê tenê ye, lê belê ji bo hemû gelê azadîxwaz ê herêmê girîng e. Niha li Efrînê li dijî teknîka serdemê berxwedana îradeya mirova bilind dibe. Ev ji bo tevahî mirovahiyê mesela rumetê ye.

Ev qehremanê ku îro li ber xwe didin, ez wan bi navê Tevgera me silav dikim. Li wir berxwedanake bi navê gelê Kurd û navê hêzên demokrasîxwaz tê meşandin, ez wan silav dikim. Gelê Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe da, em wan pir silav dikin. Em di tekoşîna wan a ji bo azadiyê de ji wan re serekftinê dixwazin.

Ev 6 rojên derbas bûye, berxwedana gel û şervanan di asta herî jor de biser ketiye. Di her demê de gava yekem girîng e,gelê Efrînê di gava yekem de biser ketiye. Dagirkeriya Tirkiyê têk çûye. Plana dagirkeriya Tirkiyê ya destpêkê niha têk çûye, ji xwe ji ber vê civîn çêkirine, li riyên dîplomatîk digerin. Digotin ku ew ê biserkevin, Erdogan got ku niha balafirên me lê dixin û ew direvin. Lê xuya bû ku gelê me li pêş hemû cîhanê bi sebir û xurûrek mezin li ber xwe da û li ber xwe dide. Ev bû bingeh û bi vê bingehî wê biçin serekftina mezin.

Em hêza artêşa Tirk dizanin û beriya niha me aniye ziman. Zêde enerjiya wan ku fethan pêk bînin nîne, pir mezin dikin lê di rastiyê de ne wiha ne. Artêşa Tirk ne artêşeke wiha ye ku destê xwe bide ku, dikare  wir bigire, ew wiha nîne. Ên bi navê Artêşa azad jî bi wan re dibin hevkar, ew jî qeşmer in, çete ne wê nikaribin tiştekî di şer de bikin. Yanî qebûl kirine ku bi dijminekî re êrîşî xaka Sûriyê bikin. Bi van gotinan nayê wê wateyê ku dijmin têk dibin. Em dijminên xwe jî biçûk nebînin, lê rastiya wan ev e.

Taqeta wan nîne û nikarin vê bikin, ew teknîkê bikar tînin. Ew li hemer gêrîla nikarin zêde li ber xwe bidin. Lê propgandaya wan pir zêde ye, gelek kes li pişt propogandaya wan diçe û dibêjin ku ew hêza 2’an e di NATO’yê de. Xwe pir dinepixîn in, le rastiya wan ne wisa ye.

Berê jî dibêjin leşkerek Tirk beranberî  dinyayê ye, derewîn in, ne neheq in. Ragihandinên wan dibêjin ku ew biser ketine. Lê di rastiyê de ne wisa ye, Lê YPG dibje ku bi sedan kuştiyên wan hene û cenazeyên wan ketine dest. Ev 6 roj in girê Borseyê yê Qestelê nikarin bigirin. Propaganda wan ne rast e, lê li beranberî vê çapemeniya Kurd jî dibêje ku ew metroyekê pêş ve ne hatine. Em divê yekê vê bizanin, di şer de pîvan ne ew e ku pêş ve hatiye, yan nehatiye. Di şer de gerek mirov wan bîne nav xwe û wan biperçiqîne.

Li hin cihan QSD’ê wiha bike. Li gundê Hemamê û hin gundên din wiha jî bû, ev taktîkek baş e. Ji bo ev yek pêş bikeve divê em wan sînoran daneynin. Niha diparêzin, ew şêwazên wan rast e, li gorî em dişopîn in. Gelê Kurd û raya giştî bila baş bizane ku hatina wan a pêş de ne serkeftina wan e, heta ku hatin nêzî bajarê Efrîn jî neyê wê meneyê ku ew bi ser ketine. Ma ne li Kobanê 290 gund ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin girtin. Heta 90 ji sedî ji bajarê kobanê jî girtin, lê herî dawî berxwedana Kobanê bi ser ket. Em baş dizanin ku di nav DAIŞ’ê de leşkerên Tirk jî hebûn.

Li Efrînê jî gerek mirov aram be, dibe ku hin baskên wan derbasî nava Efrînê bibin, ev taktîka şer e. Di dawiyê de serkeftin diyar e. Ji ber vê jî divê em ji pêşveçûna wan netirsin. Divê em biçin encama mezin. Li gorî şopandina min,fermandarên Çiyayê Kurmênc vê esas digrin û difkirin. Gelê me jî divê wiha sakin be, ji cihê xwe neqeliqe. Ji ber vê niha her kesê ku ji nêz ve dişopîne. Yanî ji berxwedana  6 rojan diyar bû ku ev qehremanên  pîroz wê bi ser bikevin, di demên pêş de wê diyar bibe ku serkeftin a wan e.

Ev serkeftina wan wê ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, lê belê ji bo hemû gelên azadîwaz û heta gelê Tirkiyê jî serkeftin be. Ji ber vê dive şervanên me yên li wir û gelê me di ferqa vê de bin. Ew niha dîrokê dinivîsin.

*Birêz Aldar Xelîl got ku di rewşa êrîşa Efrînê de ew ê neçin civîna Socî ku wê ji bo rewşa Sûriyê were lidarxistin, hûn beşdarnebûna Kurdan  çawa dinirxînin?

Bêguman hemû hewldanên çareseriyê hêjan e, gelê Sûriyê gelek wêranî dîtiye. Hewldanên aştyane pîroz in û gerek mirov destek bike. Ew civîna ku bi pêşengtiya Rûsya tê plankirin, bêguman hêja ye û dikare di çareseriyê de xwedan rol be. Lê ev êrîşên dewleta Tirk ku beriya civîna Soçî, aramiya li herêmê provake dike, heta şerê DAIŞ û civîna Sotçî provake dike. Lê nûnerên Rêvberiya Rojava, divê boykot neke, em bi hêvî ne ku beşdar bibin, wê baştir be. Li diniyê nimûne hene, li hin aliyan şer hene û li hin aliyan hevdîtinên çareseriyê hene. Gelê Rojava dizane, lê her alî berjewndiyên xwe esas digirin. Ev dewlet ne ji bo tu kesî hatine, ew ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Rayedarên Rojava jî divê li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin.

Lê ya divê were gotin ku divê Kurd yek bin. Yanî divê nûnerên hemû aliyan herin. Yanî heger TEV-DEM û rêveberiya kantona neçin û ENKS biçe ew ê ne baş be, divê herdû alî yan bi hev re herin yan jî divê bi hev re jî nerin. Heke ENKS’ê neçe û divê biryara hevbeş were girtin. Dibe ku ev bibe sedem ku nakokiyên wan rabin. Lê  heke ENKS bi tena xwe biçe wê demê tê wateya ku telîmatê Erdogan pêk anîne. Erdogan kî ye, Erdogan Sedamê serdemê ye. Kesên ku di ber TEV-DEM û Kantonan de biryar didin û kesên di ber ENKS’ê de biryar didin di vê mijarê de divê hesas bin. Va MHP û CHP çima bi hev re dibin yek. Heke aliyek di şer de ye û aliyê din jî bêje em ê herin ne baş e, çima xelik dibin yek çima em ê nebin yek. Dewleta Tirk nijatperst û dijiminê Kurd e. Heke ENKS bi xwe biçe wê her aliyek tiştekî derheqê wan de bibêjin.

Divê yekîtiyek hebe, heke tevgerên Kurd neyê gel hev jî, divê her aliyek ji ba xwe ve ji bo berjewendiyên gelê Kurd xwedî biryar be.

*Daxuyaniyên Dewleta Tirk hevdû nagirin, êrîşa liser Efrînê li ser gelê Kurd e, lê dewleta Tirk dibêje ku êrîşa Efrînê ne li dijî gelê Kurd lê tenê li dijî YPG/YPJ’ ye ,hûn vê yekê çawa dinirxîn in?

Dewleta Tirk nijatperst e dixwaze vê yekê veşêre. Ji bo wê jî pir zêde derewan dike, hem di çapemeniya xwe de û rayedarên xwe de ew wisa ne, hem serok û hem serokwezîrê xwe derewan dikin. Di Sûriyê de li Efrînê şer nebû. Zêdeyî milyonek kes lê dijî. Koçberên ji ber şerê Sûriyê reviyane li wir dijîn. Dewleta Tirk dibêje ku aramiya min di xeteriyê de ye. Ev derew e, ew dibêjin ku 300 caran sînorê wê rastî êrîşan hatiye, rayedarên Tirkiyê derewan dikin. Her kes dizane ku tu carî êrîş bi aliyê wan de ne çûye.

Topên hewanê li Reyhanê ketiye, ew der 17 kîlometreyan dûrî YPGê ye û hawan 12 kîlometir diçin,ev çawa çêbû. Bawer im rayedarekî CHP jî ev dêşifre kiriye. Li Kilisê jî welatî nimêj dikin topek hawanê avêtin mizgeftê çend kes birîndar bûn, yek du kesan jiyana xwe ji dest da, topek din avêtine malekê. Dibêjin ku  YPG’ê ev avêtine. Dixwazin li dunyayê bêjin ku ew parstina xwe dikin. Rayedarên YPG’ê jî dibêjin ku wan neavêtiye, ya rast jî ev e. Beriya niha di civînekê de MÎT’ê de dengek belav bû; rayedarekî wan dibêje ku ew dikare çend kesan bişîne aliyê Sûriyê û ji wir topan bavêje aliyê Tirkiyê û ew mudaxele bikin. Wê demê li ser herêmên Sûriyê digot.Niha jî wisa senaryo çêdikin, îdayên wan derew in, bi temamî derew in.

Dibêjin PKK’ê li wir e, ev derew eü gelê wir li wir e. PKK’ê li wir nîne. Hin dewlet dibêjin em wate didin fikarên Tirkiyê. Bingehê fikra Tirkiyê tunekirina gelê Kurd e, fikrên wê dijmitiya gelê Kurd e. Dewleta Tirk ji tasek av firtoneyê çêdike. Tu xeterî li ser Tirkiyê tune ye. Dibêjin divê tu statuya Kurdan çênebe. Niha dibêjin ku ew ne li dijî gelê Kurd in. Binalî Yildirim dibêje ku kesî wiha negotiye ku ew li dijî gelê Kurd in û dibêje yên wiha gotibe ew alçax e. Tu û  serokê xwe Erdogan wiha dibêjin.

Tu xeterî li ser wan nîne, ev êrîşa wan li ser gelê Efrînê ye, ev êrîş li ser gelê Kurd e. Berê jî leşker anîn ser sînorê Başûrê Kurdistanê û gotin ku divê referundama Başûrê Kurdistanê were rawestandin. Wiha jî kirin ku hikûmeta Iraqê êrîşî Kerkûkê bike û ji destê Kurdan girtin. Gotin em ê Efrînê jî bigirin û wiha em ê Kurdan biaqlil bikin da ku behsa statûyê nekin. Divê dewletên derve vê hovîtiya Erdogoan û dewleta Tirk bibînîn lê li şûna vê dibêjin em wateyê didine fikarên dewleta Tirk. Mersele dixwazin di vê serdemê de îradeya Kurdan bişkînin û bi tu awayî behsa statûyê nekin. Mersele ev e.

Ji bo vê jî li zora me diçe dema ku wiha dibêjin, divê hemû Kurd jî aciz bibin. Em li ser vî esasî piştgiriyê didin, ji ber êrîş li ser pêşeroja gelê Kurd heye, ne tenê li ser gelê Kurd, lê belê li ser hemû demokrasîxwazên Sûriyê, heger Efrînê bigirin wê nema ji Sûriyê derkevin. Rêjîm niha di erênayê de ye, difikirin ku Tirkiyê ket Efrînê wê nêzîkî Helebê bibin û wiha wê metirsî li ser rêjîmê jî bibe.

Nikarin têkevinê, ew dixwazin Efrînê hemûyî bigirin. Ev mijara wan a hatina 30 kîlometreyan fenek e, heger ji her aliyekî ve 30 kîlometreyî hatin wê Efrîn nemîne, wê hemû bikeve destê wan. Bînalî Yildirim got ku Efrîn çay e  û Minbic  jî şekirê bi ser de ye, armanca wan ew e ku hemû herêmê dagir bikin.

Lê tiştê ku di berxwedana van 6 rojan de pêk hat, diyar e ku berxwedêrên Efrînê wê rê nedin ku ew metreyekê jî bi pêş ve werin. Ev cesaret û îradeya ku nîşan dane,kes nikare xaka wan dagir bike. Niha Tirk di bin re bin re ketine tevgerê, ji aliyê cîhanê rê zext li ser wan heye. Ev têkçûna wan diyar dike. Ev êrîş li ser civaka gelê Kurd e, lewma behaneyan ji xwe re çêdikin. Li Serêkaniyê, li Qamişlo û Amûdê avêtin ser gelê Kurd. Ev dewlet belayê dixwaze, xwe li ser gelê Kurd ferz bike. Lê em qebûl nakin, gelê Kurd vê yekê qebûl nake.

Ciwanên Efrînê îro qebûl nakin tu kes xaka wan dagir bike. Ciwanên Efrînê, hinekan  ji wan çek rakiriye û hinan jî xwe kiriye fedayî. Çawa ku civaka Kurd li dijî êrîşa dewleta Tirk disekine, divê hemû raya giştî ya cîhanê jî li dijî wan derkeve.

*Niha ev êrîşên li ser Efrînê çawa dest pê kir, gelê Kurd û dostên gelê Kurd daketin qadan. Hûn sekna gelê Kurd û gelê Efrînê çawa dinirxînin, her wiha gelê Kurd dikare ji bo Efrînê çi bikin?

Wekî min di pirsa we ya yekem de anî ziman, sekna gelê me ya Efrînê sekneke binirx û pir watedar e. Hger gelê me yê Efrînê sekna xwe û berxwedana xwe bidomîne, êrîş çi bin bila bibin, serkeftin ya gelê me ye. Cîhan hemû jî dişopîne û temaşe dike. Tiştê li Sûriyê dibe şerê cîhanê yê sêyem e.

Divê gelê me yê Efrînê sekna xwe û berxwedana xwe bidomîne. Bila gelê me zêde netirse, ew ê nikaribin komkujiyên wiha hovane pêk bînin, ji xwe qurbanî çêdibin, ji ber wê jî li ser dîmenên di çapemeniyê de derdikevin aciz dibin û dixwazin ser vê bigirin. Divê gelê me netirse, dewleta Tirk neheq e û wê nikaribe zêde biser de here. Divê gelê me di cihê xwe de be li gundê xwe bimînin. Divê xwîngermî nîn be, wekî niha divê xwîn sarî hebe. Ew nikarin tiştekî zêde bikin. Ya rast divê gelê me xwe baş birêxistin bike, xwe biparêzin. Şervan jî porfermanseke baş nîşan didin. Em nizanin şervan niha di piratîkê de çi kêmasiyên xwe hene, divê wan kêmsiyan ji holê rake.. Tirk nikare wiha Cindirêsê bide ber xwe. Divê gelê me li Cindirêsê, li Raco wekî şêran bin. Divê ciwanê me, jinên me wekî şêra bin, xwe birêxistin bikin. Divê di nava hevbeşiyê de bin. Yanî wisa ye, mumkine şer here bikeve navçeyê de, carde jî divê civak wisa be. Heger wisa ma wê Efrîn ji dagirkeriya Tirkiyê re bibe çirav, wê tê de bixeniqe. Heta niha helwesta civaka Efrînê pir hêja ye. Hêvî û baweriyê me heye ku wê gelê me ji van 6 rojên derbasbûyî wê hîn cesaretê bigre.

Bê guman şer ne tenê li ser Efrînê ye ,lê belê ev êrîş li dijî hemû Kurdistanê ye, li ser îradeya gelê azadîxwaz e. Êrîş li ser gelê Sûriyê ye. Lewmaa hemû kesên ku li Sûriyê azadiyê dixwazin divê  li pişt berxwedana Efrînê bin.

Lazim e seferberî were kirin, lazime ciwanên Kurd, Ereb û Sûryanî her kes berê xwe bidin berxwedana Efrînê, yên nikarin li cihê xwe jî dikarin têbikoşin.

Li Başûrê Kurdistanê ciwan dixwazin herin şer. LI Bakur jî wiha ye. Li Bakurê hûn dibînin ku çawa ye, yek li ser malpera xwe ya civakî tiştekî binivîse wan digirin, rayedarên HDP’ê daxuyaniyekê didin hûn dibînin çawa polîsyên Tirk tên ser gelê me. Ji bo Kobanê xwedîderketinek hebû, ji bo Efrînê jî wiha ye. Lazim e hemû kes xwe xwediyê Efrînê bibîne. Ev mezin dibe, lê yê herî zêde niha berxwedanê nîşan dide divê gelê Efrînê bi xwe be, niha helwesta cîhanê jî xuya kiriye. Dibe ku dewletên mezin ji bo berjewendiyên xwe tevbigerin, lê tiştê diyar dibe ku li Ingîltere û li deverên din ên Ewropa jî dixwazin tevlî berxwedana Efrînê bibin. Gelê me yê Efrînê niha zehmetiyan dikşîne. Ne tenê şervanên me fedayî ne, lê gelê me yên li wir jî fedayî ne, ev gelekî hêjay e.

Çiqasî piştgiriya Efrînê ji derve hate kirin wê sekeftin nêzîk bibe, rewş niha ber bi vê de jî diçe. Dibe ku ev şer dirêj bike, dibe kurt be jî, dibe ku şer bikeve bajaran,dibe mal bi mal jî şer derkeve. Lê serkeftin wê ya gelê Efrînê be, serekftin wê ya YPG YPJ’ê be. Di dawî de jî em silav û rêzên xwe ji gelê me yê Efrînê re dişînin. Lewma divê ew vê serkeftinê pêk bînin û bidin jiyîn.